Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilmanan kete nav lîsteya terorê

23-11-2017
RÛDAW
Nîşan Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilmanan Lîste Teror
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Çar welatên Erebî yên ku peywendiyên xwe yên li gel Qeterê qut kirine û dorpêç xistine ser Qeterê, Encumen Îslamî ya Cîhanî, Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilmanan û 11 kesayetên din ên olî, xistin nav lîsteya terorê.

 

Erebistana Siûdî, Îmarat, Misir û Behreyn bi daxuyaniyekê ragihandin, ku Encumen Îslamî ya Cîhanî, Yekîtiya Misilmanên Cîhanê ku Yûsuf Qerdawî serokê wê ye, xistine nav lîsteya terorê.

 

Hêjayî gotinê ye ku niha alimê navdar ê Kurd, Elî Qeredaxî Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilmanan e.

 

Herwiha wan her çar welatan, hejmarek kesayetên olî jî xistin nav lîsteya terorê ku ew jî ev in: Xalid Nazim Diyab, Salim Cabir, Meyser Cibûrî, Mihemed Elî Seîd, Hesen Sultan, Mihemed Silêman, Mihemed Cemal Ehmed, Seyîd Mehmûd Izet, Yehya Seyîd Îbrahîm, Qedrî Mihemed Şêx, 'Ela Semahî.

 

Her çar welat diyar dikin: “Ew du sazî terorîst in, bi rêya gotarên îslamî, ji bo handana terorê dixebitin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst