Li Xezeyê bîlanço giran dibe: Hejmara kuştiyan bû 5 hezar

23-10-2023
Nîşan Xeze Kuştî Birîndar Zarok Îsraîl Hemas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Xezeyê hejmara kuştiyan derket 5 hezar û 87an, hejmara birîndaran jî derket 15 hezar û 273yan.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê Eşref el-Kudra li ser hejmara kuştî û birîndarên li Xezeyê daxuyanî da çapemeniyê.

Daxuyanî li ser hesabê Telegramê yê Wezaretê hat parvekirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji 7ê Çiriya Pêşînê û vir ve di êrişên Îsraîlê de hejmara zarokên ku hatin kuştin derket 2 hezar û 55an.

Li gorî daxuyaniyê, hejmara jinên ku hatin kuştin derket  hezar û 119an, jimara kal û pîrên ku hatin kuştin jî derket 217an.

Li Xezeyê bi tevahî 5 hezar û 87 kes hatin kuştin, 15 hezar û 273 birîndar hene.

Hat gotin ku di binê kavilên avahiyan de hezar 500 kes hene ku 830 ji wan zarok in.

Li aliyê din, di êrişên Hemasê de heta niha herî kêm hezar û 400 Îsraîlî hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst