XEZE - Di rojekê de herî kêm 400 kes hatin kuştin

23-10-2023
Nîşan Xeze Îsraîl Filistîn Kuştin Hemas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku doh di êrişên artêşa Îsraîlê yên li Xezeyê de herî kêm 400 kes hatine kuştin.

Li gorî agahiyên ku WAFAya ajansa nûçeyan a fermî ya Filistînê ji çavkaniyên tibî veguhastin, ji sedî 70yê kuştiyan zarok, jin û kal û pîr in.

Li gorî WAFAyê, ji 7ê Çiriya Pêşînê û vir ve jimara Filistîniyên ku di êrîşên Îsraîlê da hatin kuştin, derket 4 hezar û 700î.

Îsraîl ji hewa û bejahiyê ve êrişî gelek herêmên bajêr dike.

Tenê di rojekê de herî kêm 400 kes hatin kuştin.

Li gor agahiyên ku çavkaniyên tibî veguhastin, di encama êrişên Îsraîlê de roja yekşemê li Kampa Penaberan a Xan Yûnisê 44 û li Refahê 57 kes hatin kuştin.

Herwiha li naverasta bajêr 168, li navenda bajarê Xezeyê 66 û li herêma bakur jî 44 kes hatin kuştin.

Li aliyê din, di êrişên Hemasê de heta niha herî kêm hezar û 400 Îsraîlî hatine kuştin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst