Sûriye û Lubnan gotûbêjê li ser destîşankirina sînorên deryayî dikin

23-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Herdû serokên Sûriye û Lubnanê di peywendiyeke telefonî de mijara diyarkirina sînorên deryayî yên di navbera herdû welatan de gotûbêj kirin.

Li gor berpirsên Lubnanî, Serokê Lubnanê Mîşêl Aoun di wê peywendiyê de ji Serokê Sûriyê Beşar Esed daxwaz kiriye ku dest bi gotûbêjan bikin ji bo destnîşankirina sînorê deryayî yê bakurê Lubnanê ligel Sûriyê.

Biryar e heftiya bê şandeke hikûmeta Lubnanê bi fermî serdana Sûriyê bike û ligel berpirsên wî welatî derbarê destnîşankirina sînorê deryayî yê di navbera herdû welatan de gotûbêjan bikin. Ev jî piştî rêkeftina navbera Îsraîl û Lubnanê ya bi navbênkariya Amerîkayê tê, li ser destnîşankirina sînorê deryayî yê di navbera herdû welatan de.

Sala borî pirsgirêk li ser sînorê deryayî di navbera Sûriyê û Lubnanê de derketibû, bi taybetî piştî ku Sûriyê rê dabû kompanyayeke enerjiyê ya Rûsî daku dest bi lêgerîna gazê bike li navçeyeke deryayî ku Lubnan dibêje di nav sînorê wê de ye.

Berî du heftiyan bi navbênkariya Amerîkayê, Lubnan û Îsraîl gihiştin rêkeftinekê ji bo destnîşankirina sînorê deryayî yê di navbera wan de, daku herdû welat sûdê ji dahata gaza ya ku li wê navçeyê bê berhemanîn bibînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst