Îsraîlê êrişî Libnanê kir: Bi sedan kes hatin kuştin

23-09-2024
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Libnan Êriş Firas el-Ebyad Bombebaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Tenduristiyê yê Libnanê Firas el-Ebyad ragihand ku îro di êrişên Îsraîlê de 274 kes hatine kuştin û hejmara birîndaran jî hezar derbas kir.

Artêşa Îsraîlê ji vê sibehê ve li başûrê Libnanê bi sedan êrişên asmanî pêk anîn.

Wezîrê Tenduristiyê yê Libnanê Firas el-Ebyad li ser êrişên Îsraîlê di civîneke çapemeniyê de zanyarî dan.

Ebyad da zanîn ku di êrişên Îsraîlê de 274 kes hatine kuştin ku di nav wan de 24 zarok û 39 jin jî hene.

Her wiha Wezîrê Tenduristiyê yê Libnanê ragihand ku di êrişên artêşa Îsraîlê de ambulans jî hatine hedefgirtin û 2 karmendên tenduristiyê hatine kuştin û 16 kes karmend jî birîndar bûne.

Firas el-Ebyad diyar kir ku kesên ku di êrişên Îsraîlê de birîndar bûne li 27 nexweşxaneyan tên dermankirin.

Ebyad tekez kir ku piraniya kesên di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin sivîl in.

Koçê dest pê kir

Her wiha, Ebyad da zanîn ku ji başûrê Libnanê pêleke koçberiyê ber bi bakurê Libnanê ve dest pê kiriye.

Wezîrê Tenduristiyê yê Libnanê Ebyad diyar kir ku ji welatên wekî Îraq û Urdunê alîkariyên tibî hatine şandin û ji bo alîkariyên zêdetir bangî welatan kir.

Li aliyê din, Wezareta Perwerdeyê ya Libnanê ragihand ku ji ber êrişên Îsraîlê li welêt perwerde hatiye rawestandin.

Wezareta Karên Navxwe ya Libnanê jî ragihand ku ji bo welatiyên ji ber êrişên Îsraîlê ji cih û warên xwe bûnê dê dibistan wekî stargeh bên bikaranîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst