Gelo destê Îranê di kirîna Pageran de heye?

23-09-2024
RÛDAW
Nîşan Pager Hizbulaha Libnanê Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamekî Komîteya Ewlehiya Niştimanî ya Parlamentoya Îranê ragihand ku Îranê di kirîna amûra pêwendiyê ya bi navê Pagerê de cih girtiye ku Hizbulaha Libnanê bi kar tîne.

Ehmed Bexşayiş Erdistanî ji medyaya Îranê re da zanîn ku di nava Hizbulaha Libnanê û dezgehên ewlehiyê yên Îranê de sîxur hene.

Erdistanî destnîşan kir ku divê Hizbulaha Libnanê zanibe ka ew pager ji kû, çawa û ji aliyê kê ve hatine kirîn.

Erdistanî eşkere kir ku rola Îranê di kirîna amûrên pêwendiyê yên bi navê "Pager" de heye û divê saziyên îstixbaratî yên Îranê lêkolînekê bikin.

"Îbrahîm Reîsî Pager bi kar dianî"

Endamê Komîteya Ewlehiya Niştimanî ya Parlamentoya Îranê Ehmed Bexşayiş Erdistanî her wiha anî ziman:

“Li gorî hinek zanyariyên ku ji berpirsên pilebilind ên îstixbaratê hatine bidestxistin, Serokkomarê berê yê Îranê Îbrahîm Reîsî Pager bi kar dianî.

Her çend dibe ku amûra wî û ya ku Hizbulaha Libnanê bi kar tîne ji hev cuda bin jî yek ji wan gumanên ketina helîkoptera Reîsî teqîna Pagerê ye.”

Erdistanî tekez kir, hatiye piştrastkirin ku Reîsî Pager bi kar dianî û dibe ku Îsraîlê di serdana wî ya Azerbeycanê de hûrgiliyên cîhaza wî bi dest xistibin.

Êrişa sîber

17ê Îlonê amûrên pêwendiyê yên Pagerê yên ku çekdarên Hizbulaha Libnanê bi kar tînîn di êrişeke sîber de hatin teqandin.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku 2 hezar û 800 kes birîndar bûne û birînên 200 kesî giran in.

Hizbulahê piştre bi rêya hesabê xwe yê Telegramê ragihand ku 12 endamên wan mirine.

Her wiha 18ê Îlonê jî li Beyrûtê û li herêmên din ên Libnanê 20 kes di teqîna amûrên pêwendiyê de hatin kuştin û herî kêm 450 kes birîndar bûn.

Li Libnanê bi giştî hejmara kesên ku di teqîna amûrên pêwendiyê de hatine kuştin 32 ye û hejmara birîndaran jî ji 3 hezar û 250 kesî derbas kir.

Cureyê amûrê pêwendiyê yê ku hatin teqandin “Pager” e û tê gotin ku kompanyaya Gold Apolloyê ew çêkirine û firotine.

Kompanyaya Gold Apolloyê jî ragihand ku amûrên pêwendiyê yên li Libnanê hatine teqandin wan çênekirine û bal kişand ser şirketa BACê.

Aliyên Libnanî Îsraîlê tawanbar dikin lê Îsraîlê heta niha ti daxuyaniyên fermî nedane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst