Gelo Yehya Sînwar hatiye kuştin?

Hewlêr (Rûdaw) – Îsraîlê ragihand ku ew dê li ser egera ku “Serokê Hemasê Yehya Sînwar hatiye kuştin” lêkolînan bikin.

Serokê berê yê Hemasê Îsmaîl Heniye 31ê Tîrmehê berê sibehê li Tehrana paytexta Îranê hat kuştin.

Piştî kuştina Îsmaîl Heniye berpirsê Xezeyê yê Hemasê Yehya Sînwar 6ê Tebaxê bû serokê nû yê Hemasê.

Tê gotin ku Sînwar di êrişên dawiyê yên li Xezeyê de hatiye kuştin.

Televîzyona Dewletê ya Îsraîlê (KAN) daxuyand, “Dibe ku Yehya Sînwar li Xezeyê hatibe kuştin lê li ser vê mijarê îstixbareteke piştrastkirî nîne.”

Îsraîlê da zanîn ku ew dê li ser vê mijarê lêkolînan bikin.

Li gorî nûçeya KANê, Îstixbarata Îsraîlê li ser egerên “hatiye kuştin” û “pêwendiya pê re qut bûye” disekine.

Yehya Sinwar kî ye?

Yehya Sinwar sala 1962yan li Xan Yûnûsê hatiye dinê.

Piştî ku xwendina xwe ya lîseyê li bajarê xwe qedand û xwendina xwe li Zanîngeha Îslamî ya Xezeyê domand.

5 salan bi awayekî aktîv di meclîsa xwendekaran a zanîngehê de cih girt.

Yehya Sînwar bi nêzîkbûna xwe ya bi Ehmed Yasînê ku yek ji damezirînerên Hemasê ye tê naskirin.

Wî dawiya salên 80yî di avakirina yekemîn baskê çekdarî yê tevgerê de cih girt û gelek fermanên Ehmed Yasîn bi cih anîn.

Beşdarî damezirandina yekem desteya asayîşa tevgerê bû ku bi navê “Mejd” tê naskirin û yekem berpirsê yekîneya ewlehiyê bû.

Sînwar bi kesayetiya xwe ya tund tê naskirin.

Sinwarê ku cara yekem sala 1982yan ket girtîgehê, sala 1988an cara duyem hate girtin û 22 salan di zindanên Îsraîlê de ma.

Ew yek ji wan 1027 girtiyên Filistînî bû ku di dema bihevguhertina dîlan de li hemberî berdana leşkerê Îsraîlî Gilad Şalit a sala 2011 hat berdan.

Sînwar sala 2017an wekî Serokê Birêvebiriya Hemasê ya Xezeyê hatibû hilbijartin.