Prof. Dr. Ahmet Ozer: Tirkiyeya ku bo zaroka Misrî digiriya li ku derê ye?

 

 

Wan (Rûdaw)- Cihgirê rektorê Zanîngeha Torosê Prof. Dr. Ahmet Ozer bal kişand ser komkujiyên kurdên Şingal û Rojavayê Kurdistanê û hewldana Tirkiyeyê û got, “Tirkiyeya bo zaroka Misrî re digiriya li ku derê ye?”

 

Prof. Dr. Ahmet Ozer hewldana Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û hikûmeta AK Partiyê ya li ser rewşa kurdan rexne kir.

 

Ozer ji Rûdawê  re got, “Rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) çend roj êrîş li  Kobaneyê dike. Bi hezaran kes dûçar mane malên xwe berdan, Tirkiyê jî seyrê rewşê dike.”

 

Prof. Dr. Ahmet Ozer gotina Serokomar Erdogan ya behsa Sûriyê kirî “Bakurê Sûriyeyê xeta me ya sor e.”  bibîr anî û wiha got:

 

 “Kesen ku duh ji bo zarokekê Misrê digirin,  ji bo Xezayê hêrs dibûn, gelo çima lêzimên hemwelatiyên wan dimirin bêdeng dimînin? Tirkiyeya ku bo  zaroka Misrî digiriya li ku derê ye? Tirkiyeyê gotibû “Rojava xeta me ya sor e, em destûrê nadin li wê derê xweseriya ya kurdan çêbibe.” gelo ji ber ku bixwe vî karî nakî, li DAIŞê di kirin? An jî dixwaze bi reya PYDyê PKK bêhêz bike û wisa pê re birûne. Divê bersiva wan pirsan bi raya giştî re parve bike.”

 

 

Ozer diyar kir ku Tirkiyeyê ji bo DAIŞê Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî jî bi tenê hişt û wiha domand:

 

 “Gelo Tirkiye dixwaze DAIŞ li kurdan  bi de  û kurd jî birevin Tirkieyeyê û paşê jî demografiya Rojava têkbiçe û vala bibe. Tirkiye dixwaze ji alîyeke ve Rojava vala bibe ji aliyeke din ve jî dixwaze li cîhanê xwe wek xweyî li penaberan derdikeve bide xuyandin. Gelo di bazara berdana 49 rehîne de ev jî hene? Diviya bû Tirkiyeyê piştgiriya kurdan kiriba lê belê wek em dizanin navbeyna Tirkiye û Barzanî gelek baş bû lê dema DAIŞê êrîş li Herêma Kurdistanê kir wan dîsa jî alîkarî nedan Kurdan. Tirkiye li ser pira sirateyê û nikarî bi xapandinê pêvajoyê rêve bibe.”

 

Prof. Dr. Ahmet Ozer da xuyandin ku kurd êdî li Rojhilata Navîn aktorek girîng in û lê belê Tirkiye vê yeke qabul nake û wiha axivî:

 

“Du rê li pêşiya Tirkiyeyê hene, an yê pêvajoya rast binirxine û li Rojhilata Navîn bibe xwedî hêz an jî  pêvajoyê xelet binirxine û  bibe ji koma yên winda kirî. Tirkiye serdemek wisa li komkujiyên rêxistina DAIŞê xwe ne bîhistî dike ev yek jî dide nişandan rêyek şaş de ye.”