Mixalefeta Sûriyeyê û nûnerê Amerîkayê li Bakurê Kurdistanê civiyan

23-08-2023
RÛDAW
Nîşan Amerîka Nicolas Grainger Mixalefeta Sûriyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mixalefeta Sûriyeyê, bi Nûnerê Amerîkayê yê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê Nicolas Grainger re civiya.

Amerîkayê Grûpa Emşatê û Grûpa Hemzatê yên di nav Îtilafa Sûriyeyê de ceza kirin.

5 roj piştî vê yekê Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ebdilrehman bi Nûnerê Amerîkayê yê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê Nicolas Grainger re civiya.

Li Dîlokê civiyan

Civîn li baregeha Hikûmeta Mixalefeta Sûriyeyê ya li Dîloka Bakurê Kurdistanê çêbû.

Mixalefeta Sûriyeyê di daxuyaniyekê de got, her du aliyan rewşa Sûriyeyê ya siyasî, aborî û xizmetguzariyê gotûbêj kirin.

Hikûmeta Demkî ya Mixalefeta Sûriyeyê diyar ku wan behsa gavên Hikûmeta Demkî yên ji bo avakirina saziyan li bakurrojavayê Sûriyeyê û pêşxistina wan kiriye.

Herwiha di civînê de qala çareseriya siyasî ya li gorî biryara 22,54an a Encûmena Asayişa Navdewletî, şerê terorê û veguhastina siyasî ya li Sûriyeyê hatiye kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst