Ebûbekir Bexdadî tomareke nû ya dengê xwe belav kir

Hewlêr (Rûdaw) – Xelîfeyê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî piştî nêzîkî salekê, tomareke nû ya dengê xwe belav kir. Bexdadî di tomara dengê xwe de ji çekdarên rêxistinê dixwaze ku şerkirinê bidomînin.

 

Ebûbekir Bexdadî ji çekdar û endamên DAIŞê daxwaz dike ku şerkirinê bidomînin û di êrişan de bombe, kêr û otomobîl bi kar bînin.

 

Bexdadî di tomara dengê xwe de ku nêzîkî 55 xulek e û li ser medyaya Furqan a ser bi DAIŞê hatiye belav kirin, dibêje: “Ji mucahîdan re, asta serkeftin yan şikest bi bajarek yan bajarokekî ve girêdayî nîne, ji ber vê yekê agirê şer hêj nehatiye temirandin, herwiha natemire.”

 

Belavbûna vê tomara dengê xelîfeyê DAIŞê di demekê de ye ku tomara deng a herî dawî ya Bexdadî di 28ê Îlona 2017an de belav bûbû, wê demê ji çekdaran daxwaz kiribû ku "her derê bikin armanc û dijminan bişewitînin".