Îran: Firokeya Îsraîlê firokeya me ya rêwiyan tacîz kir

23-07-2020
RÛDAW
Firokeya Îranê neçar maye bilez dane
Firokeya Îranê neçar maye bilez dane
Nîşan Îran Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Medyaya Îranê ragihand ku firokeyeke Îsraîlê, li asmanên Sûriyê, firokeyeke Îranê ya rêwiyan tacîz kiriye û firoke neçar bûye bilez dane. Herwiha hat ragihandin ku hejmarek ji rêwiyan birîndar bûne.

Ajansa fermî ya Îranê ragihand ku firokeyeke ser bi kompaniya Mahan Air ku ji Tehranê birê ketiye û berê xwe  dabû Beyrûtê, li asmanên Sûriyê firokeyeke şer a Îsraîlê xwe nêzîk kiriye û di nava rêwiyan de tirsekî mezin çêkiriye.

Li gorî zanyariyên ku medyaya fermî ya Îranê belav kirine, dema ku balafira şer a Îsraîlê xwe nêzîk kiriye, balafira Îranê jî ji bo lê nekeve, bi awayekî lez daketiye.

Herwiha hat ragihandin ku dema daketinê de hejmareke ji rêwiyan birîndar bûne.

Biryar e Wezareta Tendirustî ya Lubnanê piştî lêkolînên xwe derbarê rewşa birîndar de daxuyaniyekê bide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst