Leşkerê di êrîşa PKKê de birîndar bibû mir

23-06-2023
RÛDAW
Nîşan Leşkerê Tirkiyê PKK Artêşa Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand, leşkerekî wan ku li navçeya Operasyona Pence-Kilîdê di nav axa Herêma Kurdistanê de birîndar bibû, li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê îro li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandiye ku leşkerê wan ê bi navê Ozcan Kaya ku di êrîşeke PKKê de birîndar bibû û rakiribûn nexweşxaneyê, ji ber dijwariya birînan miriye.

Li gor Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, leşkerê wan Ozcan Kaya roja 15ê Hezîrana 2023yan di êrîşeke gerîlayan PKKê de li navçeya Zap, Avaşîn-Basyanê di nav axa Herêma Kurdistanê de birîndar bibû.

Duh jî çawişê pisporê piyade Alpay Aras ku ew jî di 15 Hezîranê de li heman herêmê di êrîşeke PKKê de birîndar bibû, li nexweşxaneyeke Enqerê miribû.

Artêşa Tirkiyê di 17ê Nîsana 2022an de li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê ji bejahî û esman li dijî PKKê bi navê "Pençe Kilîd" operasyonek dabû destpêkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst