Îranê 300.000 bermîl petrola xav radestî Sûriyê kirin

23-06-2022
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Keştiyeke barhilgir a petrola xav ji Îranê gihişte Bendera Banyas a Sûriyê li ser DeryayaSpî û 300.000 bermîl petrola xav radestî wî Sûriyê kirin.

Li gor Rêveberê Palingeha Banyasê ya Sûriyê, roja Çarşemê keştiya barhilgir a Îranê 300.000 bermîl petrola xav gihandiye Bendera Banyas a Sûriyê.

Di heman hefteyê de, 2 keştiyên barhilgir ên petrolê gehiştine wê bendera Sûriyê ku nêzîka 2 milyon bermîl petrola xav radestî Sûriyê kirine.

Ev di demekê de ye ku krîzeke dijwar a kêmbûna sotemeniyê li Sûriyê heye û li hinek parêzgehên Sûriyê 1 lître mazot bi 8000 lîreyê Sûrî tê firotin.

Radestkirina petrola Îranê bo Sûriyê di çarçoveya deynekî bi 1 milyar dolar de tê ku hikûmeta Îranê ji bo fînansekirina kirîna petrol û sotemeniyê daye Sûriyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst