Urdin bo hevkarîkirina penaberên Sûrî daxwaza 6.6 milyar dolar dike

23-06-2020
RÛDAW
Nîşan Urdin Penaberên Sûriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Urdinê bo hevkarîkirina penaberên Sûrî yên li welatê xwe daxwaza 6.6 milyar dolar ji welatên hevkarîbexş dike.

Wezîrê Plandanîn û Hevahengiya Navdewletî yê Urdinê Wîsam Rebdî piştî civîna welatên hevkarîbexş û ajansên ser bi Neteweyên Yekbûyî, ragihand ku li gor texmînan pêwîstiya wan bi 6.6 milyar dolar heye bo hevkarîkirina penaberên Sûrî yên li welatê wan.

Wîsam Rebdî herwiha da zanîn ku pereyên daxwaz dikin dê bo sê salan bin û taybet dibe bi dabînkirina xizmetguzariyan bo penaberên Sûrî. Ev daxwaza Urdinê di demekê de ye ku sala 2019ê Urdinê 1.1 milyar dolar bo lixwegirtina penaberên Sûrî wergirt, ev ji sedî 52ê wan pereyan bû ku daxwaz kiribû.

Rebdî wiha axivî: “Texmîna me bo hevkariya pêwîst, hebûna hevkariya maddî bo hilgirtina giraniya penaberan û herwiha bandora aborî li ser krîzên Sûriyê li Urdinê 6.6 milyar dolar e, 2.8 milyar dolar rasterast hevkarî ye bo dewletê di dema sê salan de, ev ew texmîn e ku me kiriye bo xerciyên penaberên Sûrî di warên xizmetguzarî, tendirûstî, perwerde û jêrxanê de.”

Li gor amarên hikûmeta Urdinê, niha zêdeyî 1.3 milyon koçberên Sûrî li wî welatî dijîn ku 124 hezar ji wan penaberan li kampan in û 657 hezar penaber jî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve navên wan hatiye tomarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst