Gelek welatiyên Sûriyê ji Tirkiyê vedigerin

23-05-2023
RÛDAW
Bi rêya deriyên Sînorî yê Karkamişê gelek welatiyên Sûriye ji Tirkiyê vedigerin
Bi rêya deriyên Sînorî yê Karkamişê gelek welatiyên Sûriye ji Tirkiyê vedigerin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Vegerandina Koçberên Sûriyê mijara herî germ a bangeşeya hilbijartinên Tirkiyê bû, dibe piştî hilbijartinan zextên li ser koçberên Sûriyê zêde bibin, lewra her ji niha ve beşek ji penaberan Tirkiyê bicî dihêlin û vedigerin Sûriyê.

Bi deriyê sînorî yê Karkamişê re rojane hêjmarek zêde ji koçberên Sûriyê  vedigerin welatê xwe.

Hinek ji wan dibêjin ev 10 sale ji ber şerê navxwe yê Sûriye li Tirkiye diman û li ser daxwaza xwe diçin welatê xwe.

Welatiyê Sûriye Huseyîn Îbrahîm dibêje: “Em malbateke Tirkmenin, li ser daxwaza xwe videgrim. Em 2013ê hatibûn Tirkiyê.  Ez spasiya xelkê Komara Tirkiyê dikim, Tayyip Erdogan û hemû berpirsên ewlekariyê ligel me gelek baş bûn. Xwişk û birayên min hene ev 10 sal in me hev nedîtiye û em dê dîsan biçin bibin malbatek û navçeyên me jî bûne navçeyên bi ewle gelek baş bûye.”

Welatiyên Sûriye yên ku bi deriyê  Karkamişê re derbasî wan navçeyîn ku li jêr deshilata Tirkiyê û grupên ser bi wî welatî yên Sûriye dibin, despêkê diçin Navenda Koç û Koçberan ya Kirkamiş, piştî rêkarên fermi di derî re derbasî wî aliyê sînor dibin.

Welatiyê Sûriyê Xalid Elalî jî got: “Ez Xalid Elalî, ev heft sal in ez li Tirkiye me, ez dê biçim Sûriye û bavê xwe bibînim. Ev heft sal e min nedîtiye, bavê min nexweş e, ez dê biçin Sûriye li wir rehettir e, her çendî kar tune ye lê Xwedê mezin e.”

Li Tirkiyê ku niha rojeva wê ya esasî hilbijartin e, yek mijarên sereke ya bangeşeya hilbijartinê jî vegerandina koçberên Sûriye bo welatê wan e. Hevpeymaniya Millet dibêje, eger ew bên deshilatê ew dê di nava du salan de hemû koçberên Sûriye vegerînin welatê wan û Hevpeymaniya Cumhur jî dibêje, li gor şert û mercan û li ser daxwaza wan yên ku dixwazin dê bên vegerandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst