Erebistana Siûdiyê geşta bo Tirkiyê qedexe kir

23-05-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Giştî ya Paseportan a Erebistana Siûdiyê ragihand ku ji ber coronayê çûnûhatina welatiyên xwe Tirkiye jî di nav de bo 16 welatan qedexe kirine.

Rêveberiya Giştî ya Paseportan a Erebistana Siûdiyê (Cawazat) derbarê tedbîrên coronayê de daxuyaniyek da û got ji ber coronayê geşta bo 16 welatan hatiye qedexekirin.

Ew welatên ku çûnûhatina welatiyên Erebistana Siûdiyê bo wan hatiye qedexekirin ev in: Tirkiye, Libnan, Sûriye, Îran, Hindistan, Yemen, Somali, Etiyopya, Komara Kongo a Demokratîk, Libya, Endonezya, Vietnam, Ermenistan, Belarus û Venezuela ne.

Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan meha borî piştî ku doza Cemal Kaşikçi hat girtin û bo Erebistana Siûdiyê hat radestkirin, piştî salên dirêj serdana wî welatî kiribû. Erdogan gotibû li ser vexwendina hikûmeta Erebistana Siûdiyê ew çûne wî welatî lê Saziya Fermî ya Ragihandina Siûdiyê Al-Ikhbariya ragihandibû serdan li ser daxwaza Erdogan çêbûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst