Wezîrê Petrolê yê Iraqê ÎIhsan Ebdulcebbar û Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Alî Riza Guney roja Yekşembê 22ê Gulana 2022 li Bexdayê civiyan.
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Petrolê yê Iraqê ragihand, piştî rakirina astengên qanûnî yên heyî, bi proje û rêkeftinên nû hinartina petrola Iraqê di rêya bendera Ceyhanê a Tirkiyê re dê zêdetir bibe.
Wezîrê Petrolê yê Iraqê Îhsan Ebdulcebbar roja Yekşembê 22ê Gulana 2022an bi Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Alî Riza Guney re hevdîtin kir û di hevdîtinê de peywendiyên navbera herdu welatan gotûbêj kirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Petrolê ya Iraqê, “Di civînê de Wezîrê Petrolê (yê Iraqê) tekezî li ser giringiya pêşxistina peywendiyên dualî ligel Tirkiyê kir ji bo zêdekirina şiyana hinardekirina petrolê di rêya Bendera Ceyhan a Tirkiyê re piştî çareserkirina astengiyên qanûnî yên niha û li gor rêkaran ku berjewendiyên Iraqê jî misoger bike, ew jî di rêya proje û rêkeftinên nû re.”
Di daxuyaniyê de tê gotin, Wezîrê Petrolê yê Iraqê û Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê, “pêşhatên herî dawî yên biryara Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê gotûbêj kirin”, ku di 15ê Sibatê de daye û têde amaje bi hilweşandina qanûna petrol û gaza Herêma Kurdistanê û radestkirina dosyeya petrol û gazê ya Kurdistanê bi hikûmeta federal kiriye.
Balyoz Guney jî derbarê hevdîtinê de li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da û a got: “Me bi Wezîrê Petrolê yê Iraqê Ihsan Ebdulcebbar re geşedanên di warê enerjiyê û têkiliyên xwe yên dualî gotûbêj kir.”
Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê beriya demekê biryar dabû ku “Qanûna gaz û petrolê ya Herêma Kurdistanê li dijî destûra hikûmeta navendî ye.”
Encumena Bilind a Dadwerî ya Herêma Kurdistanê jî li hember wê biryarê bertek nîşan dabû û ragihandibû, helwêsta hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser dosyaya petrol û gaza xwezayî û gavên ku di vê derbarê de avêtine, bi destûra Iraqê re hevaheng in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse