107 metir di bin erdê de kolandin da 50 leşkerên rejîmê bikujin

Hewlêr (Rûdaw)- Piştî ku şer li Sûriyê bo çend mehan bê bîrokeyên dahêner ma, meydanên şer li Sûriyê ji aliyê opozîsyonê ve di rêya şerê tunelan re gurrtir bûn û di rêya wan tunelan re opozîsyon hewl dide ku hevsengiya hêzan li ser erdê biguhere.

Bavê Eseid ku xwediyê bîrokeya şerê tunelan li Sûriyê ye, bûye yekem kes ku ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê ve li Helebê tê xwestin, ji ber ku wî teqîna bin hotêla Carilton a nêzîkî kela Helebê organîze kiribû ku di wê teqînê de nêzîkî 50 leşkerên rejîmê hatin kuştin.

Bavê Eseid di hevpeyvînekê de ji rojnameya The Guardian a berîtanî re kêfxweşiya xwe li ser encamdana wê teqînê nîşan da û got ku wî dengê teqînê ji dûrbûna 17 kîlometran bihîst, ji ber ku 25 kîsên TNT danîbûn biniya wê tunela ku di bin hotêla Carilton de kolabû ku ew hotêl weke baregeheke leşkerî ji hêzên rejîma Sûriyê re dihat naskirin.

Bavê Eseid ku xwe weke serkirdeyê operasyonên tunelan dide nasîn dibêje ku morala çekdarên opozîsyonê piştî encamdana wê teqînê gellekî bilind bû û tekez dike ku ew nasnameya xwe û rûyê xwe venaşêre, ji ber ku ew dixwaze ku hêzên Esed jê bitirsin.

Bavê Eseid tekez kir ku wî bi xwe tunel dikolan û TNT di wan de diçand daku li ser erdê opozîsyon pêş bikeve û got ku tunela ku di bin hotêla Carilton de hatibû kolandin dirêjahiya wê 107 metir bûn û di dema 33 rojan de kar li ser kolandina wê domandiye.

Bavê Eseid dibêje ku wî bîrokeya şerê tunelan ji ezmûna filestîniyan biriye û bi taybet piştî ku hevalekî wî yî filestînî par serdana wî kir û behsa vê bîrokeyê jê re kir.

Serkirdeyê operasyonên tunelan anî ziman ku wî biryar da bîrokeya şerê tunelan li Sûriyê jî bicih bîne û got  “Di 6 mehên dawî de wî serperiştiya kolandina 9 tunelan kir û destnîşan kir ku Tunelên wan tirsê di dilên hêzên Esed de diçîne.

Bavê Eseid ê ku berî krîza Sûriyê dartaş bû, destnîşan dike ku ev cureyên şer gellekî zehmet in, lê ku ti bijardeyeke din di destê wan de tine ye û got ku Tunela yekem di 20ê remezana par de hat kolandin û dirêjahiya wê tenê 17 metir bûn û armanc jê ew bû ku çekdarên opozîsyonê ji 11 leşkerên rejîmê rizgar bibin.

Bavê Eseid nameyek ji hêzên ku ji bo Esed şer dikin û “di nav wan de îranî û iraqî û Hizbullah hene” re şand û ji wan re got ku “Tunelên bêtir li cem me hene ji ber ku gorên bêtir ji we re pêwît in”.