Danîmarka leşkerên xwe ji Iraq û Sûriyê vedikişîne

23-04-2023
RÛDAW
Nîşan Danîmarka Iraq Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Danîmarka leşker û şêwirmendên xwe yên leşkerî yên ku di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de hatibûn bicihkirin ji Iraq û Sûriyê vedikişîne.

Wezareta Berevaniyê ya Danîmarkayê roja Şemiyê 22ê Nîsana 2023an ragihand ku çend sedem li pişt vê biryarê hene ku yek ji wan lawazbûna DAIŞê û pêwîstiya Danîmarkayê bi bihêzkirina ewlehiya xwe ya navxweyî.

Fermandarê Hêza Esmanî ya Danîmarkayê Bjark Lomborg destnîşan kir ku di vê demê de, bihêzkirina şiyana rûbirûbûna gefên li derdora Danîmarkayê ji şerê DAIŞê girîngtir e.

Berî niha medyaya Amerîkî ragihandibû ku NATO siyaseta xwe ya berevaniyê li hember şerê navbera Ukrayna û Rûsyayê di ber çavan re derbas dike.

Li gor medyaya Amerîkayê, stratejiya nû ya NATOyê daxwaz dike ku hevpeymanên NATOyê yên li rojhilatê Ewropaya li benda piştevaniya Amerîkayê nebin heger Rûsya êrîşî welatên wan bike, divê li dijî Rûsyayê leşkerên xwe zêde bikin.

Danîmarka ji Tîrmeha 2014an ve endamê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ye û 300 leşker û şêwirmendên wê yên leşkerî li Iraq û Sûriyê hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst