Îsraîlê berpirsekî Hemasê kuşt

23-03-2025
RÛDAW
Nîşan Selah Berdewîl Hemas Îsraîl Xeze
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îsraîlê li bajarokê Xan Yûnisê ya Xezeyê berpirsekî Hemasê kuşt.

Artêşa Îsraîlê di bombebarana konekî li kampeke koçberan a li rojavayê bajarokê Xan Yûnisê li başûrê Xezeyê de Endamê Ofîsa Siyasî ya Tevgera Hemasê Selah Berdewîl û hevjîna wî kuştin.

Çavkaniyên nava Hemasê ji Ajansa Nûçeyan a Alman (DPA) re diyar kir, di êrişê de ew kon hatine armancgirtin ku hejmareke zêde ya koçberan lê dijîn û hejmarek kesên sivîl jî hatine kuştin.

Berpirsên Hemasê xemgîniya xwe ji bo mirina Berdewîl nîşan da ku yek ji serkirdeyên siyasî yên berbiçav ên Hemasê bû.

Selah Berdewîl endamê Ofîsa Siyasî û berdevkê fermî yê Hemasê bû.

Ew her wiha li Encûmena Yasadananê ya Filistînê parlamenterê fraksiyona Guherîn û Çaksaziyê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst