Kiliçdaroglu nameya sersaxiyê ji Beşar Esed re şand

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ji bo kesên ku di erdeheja 6ê Sibatê  li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê canê xwe ji dest dane, nameyeke sersaxiyê bo Serokê Sûriyê Beşar Esed şand.

Li gor daxuyaniya ku roja Pêncşemê 23ê Sibata 2023an ji aliyê CHPê ve hatiye belav kirin, Serokê Giştî yê wê Partiyê Kemal Kiliçdaroglu di nameya xwe de diyar kiriye ku erdheja 6ê vê mehê wek Tirkiyê bandoreke mezin li Sûriyê jî kiriye û bûye sedema êşan.

Kiliçdaroglu di nameya xwe de gotiye, “Ez dixwazim hûn bizanin ku em  di dilê xwe de hest bi êşa windahiyên welatê me û gelê Sûriyeya cîran  dikin.  Vê karesat û êşê careke din nîşan daye ku çarenivîsa me yek e û em hevbeş û cîran in. Em êşa hevbeş a gelên xwe parvedikin. Bi vê armancê ez sersaxiyê li we û gelê we dikim û hêvî dikim ku di siberojê de  em ne êşan, hêviyên xwe parve bikin.”

Di 6ê Sibatê 2023an de du erdhejên bi hêzên 7.7 û 7.6 ku navenda wê Mereş a Bakurê Kurdistanê bû û bandoreke mezin li Tirkiyê, Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê kir çêbûn.