Filistîn piştî 15 salan amadekariya hilbijartinê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Li Filistînê xelk dilxweş e, piştî fermana serokayetiya Filistînê ji bo encamdana hilbijartinên yasayî û serokatiyê di nîva sala îsal de.

Tevgera Fetih ji aliyê xwe ve pêşwazî li vê biryarê kir, û tekez kir ew amadene beşdarî helbijartinan bibin , û rûbirûyê astengiyan werin daku helbijartin bi ser bikevin.

Munzir ELhayik, Serkirdeyekî Tevgera Fetih, “Tevgera Fetin pêşwazî li fermana Serok Abu Mazin dike, û tevgera me rijd e li ser hilbijartinên yasayî daku em dawiyê li nakokiyan bînin. 14 sal derbasbûn,em êdî ji nakokiyan bêzar bûn, rêya giring ji bo me hilbijartin e , divê xelkê me bi rêya  dengdanê nûnerên xwe hilbijêrin bi awayekî azad.”

Tevgera Hemas ku rêveberiya Navçeya Xezze dike û wek  rikbera sereke ya Tevgera Fetih e, ji aliyê xwe ve pêşwazî li fermana serok kir ji bo encamdana helbijartinên serokatiyê, daku rê li ber cûdabûnê bigre ku ji nîva sala 2007an ve dest pêkiriye û bandor li ser gelek aliyên jiyanê kiriye bi taybet li Xezze.

Hazim Qasim, Berdevkê Tevgera Hemas, dibêje, “Hemas pêşwazî li fermana serokayetî dike ji bo encamdana helbijartinên yasayî, serokayetî û encûmena Niştimanî, Hemas amade ye beşdarî ev nimûneya Demokratîk bibe , û dibîne helbijartin ji mafê xelkê Filistînê ye.”

Hemû alî û fraksyon ên Filistînî dibînin ku helbijartin destkefteke niştimanî ye bi taybet ku dê yekem car piştî 15 salan encam bide, ji ber nakokiyên di nevbera aliyên Siyasî de

Ebulqader Idrîs, Serkirdeyê Partiya Gel, dibêje, “Hilbijartin deskeftek e  niştimanî ye em ji zû ve li bendê ne û em pêşwaziyê lê dikin. Em bi hêvî ne dawî li nakokiyan were daku em bikaribin rûbirûyî hemû projeyên Îsraîl û Amerîka yê bibin ku hewldidin doza Filistînî ji nav bibin û ji bo em planeke niştimanî zelale ji bo rûbirûbûna dagîrkeran.”

Di sala 2006an de Hemas di hilbijartinên yasayî de bi serket û piştre 10emîn hikûmeta Filistînê pêkanî.