Hewlêr (Rûdaw) – Li bakurrojavayê Pakistanê li xaleke leşkerî ya li nêzîkî sînorê Efxanistanê 16 leşker hatin kuştin.
Yekîneya Têkiliyên Gel a Artêşa Pakistanê (ISPR) da zanîn ku êriş li li herêma Weziristana Başûr, li bajarê Makeenê pêk hatiye û got:
"Êriş hat têkbirin û 8 terorîst hatin kuştin lê 16 leşker jî mirin.”
Artêşa Pakistanê ragihandibû ku vê mehê di operasyonên leşkerî yên li ser bingeha îstixbaratê de li parêzgehên bakurrojava û başûrrojavayê welêt “herî kêm 43 terorîst” hatine kuştin.
Li Pakistanê êriş bi taybetî li parêzgehên Xeyber Pextunxwa û Belûçistanê çêdibin ku sînorê wan bi Efxanistanê re heye.
Şervanên ku dibêjin “Em mafên Peştû û Belûçiyan diparêzin” carinan êrişî hêzên ewlehiyê yên Pakistanê dikin.
Li gorî Pakistanê, Talîbana Efxanistanê xwe li Efxanistanê bi cih dike û çalakiyên xwe li wê derê organîze dike lê Efxanistan van îdiayan red dike.
Artêşa Rizgariya Belûçistanê (BLA) jî li Belûçistanê çalakiyên leşkerî li dar dixe û dixwaze ku Belûçistan ji Pakistanê veqete û gelê Belûç xwe îdare bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse