Welatiyekî ji Kobanî 2 meh in winda ye

Hewlêr (Rûdaw) - Rêya Cezayir û Spanyayê ku welatiyên ji Rojavayê Kurdistanê bi piranî ji bo çûyîna Ewropayê bikar tînin, rêyeke gelekî metirsîdar e ji bo çûna Ewropa.

Welatiyê ji bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê Mistefa Cimo Mişo ji roja 8ê meha borî ve di navbera Cezayir û Spanyayê de winda ye.

Malbata wî dibêjin, hevalên wî li Cezayirê li gelek cihan lê pirsîn lê heta niha tiştekî li ser wî nizanin.

Hevjîna Mistefa Cimo Mişo, Nîda Feysel ji Rûdawê re got, “Mistefa ev 3 meh in çûye, 1ê meha Cotmehê ji vi çû lê 8ê meha Mijdarê ji Cezayîrê derket ji demê ve ne diyar e.”

Nîda Feysel li ser sedema çûyîna hevjînê xwe anî ziman, “Ew ji bo peydakirina dermanê kurê me çû, li vir çû her derê lê gotin li vir tune. Doktoran got, biçe derve.”

Nîda Feysel li ser dermanê ku ji kurê wan re pêwîst e jî got, “Ew çû cem hemû dezgehan, ev 4 sal in em diçin cem rêxistin û dezgehan û tên lê her carê dibêjin li mala xwe rûnin em ê telefona we bikin.”