Li Pakistanê êriş: 38 kes hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Li eyaleta Hayber Pahtunhvayê êrişî karwanekî Misilmanên Şîe hat kirin. 38 kes hatin kuştin, 11 kes jî hatin birîndarkirin.

Rojnameya Dawnê diyar kir, rayedarên polîsan destnîşan kiriye ku karwanê otobusan ji Paraçînarê ber bi Peşawerê ve diçû.

Bijîşkê nexweşxaneya ku nexweş lê tên dermankirin Xeyûr Husên amaje pê kir ku dibe hejmara miriyan zêde bibe.

Heta niha kesî êriş nexistiye stûyê xwe.

Wezîrê Karên Navxwe yê Pakistanê Muhsîn Neqwî daxuyand ku di vê êrişê de herî kêm 38 kes hatine kuştin û 11 kes jî hatine birîndarkirin.

Serokkomarê Pakistanê Asid Elî Zerdarî jî êriş şermezar kir ku û ji xizmên kuştiyan re sersaxî xwest.

Berdevkê Birêvebiriya Hayber Pahtunhvayê Mihemed Elî Seîf ragihand ku karwan ji derdora 200 otomobîlî pêk dihat û êrişkaran berê êrişî polîsan kiriye.

Li gorî agahiyên ku Mihemed Elî Seîf dane lêkolînên wan ên li ser bûyerê berdewam dikin.

Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf jî xwest ku êrişkar werin girtin û darizandin.

Êrişên li Pakistanê

Bi taybetî li eyaletên Hayber Pahtunhva û Belûçistanê yên Pakistanê gelek caran êrişên ku sivîlan dikin hedef rû didin.

Pakistan dibêje ku Talîbana Pakistanê (TTP) ya ku navenda wê li Efxanistanê van êrişan organîze dike lê Efxanistan van angaştan red dike.

Li rexê din, li herêma Quramê ya Hayber Pahtunhvayê di navbera eşîr û mezheban de gelek caran şer û pevçûn rû didin.

Divê were gotin ku li navçeya Paraçînarê ya Quramê nifûsa Misilmanên Şîe zêde ye.