2 welatiyên Tirkiyeyê ji bo şer diçûne Xezeyê: Îsraîlê ew li Libnanê kuştin

22-11-2023
RÛDAW
Nîşan Libnan Hemas Lîwayên Qesamê Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di êrişeke Îsraîlê ya li ser sînorê Libnanê de 2 welatiyên Tirkiyeyê yên ku tê gotin ji bo şer diçûne Xezeyê hatin kuştin.

Artêşa Îsraîlê ku ev nêzîkî 50 roj in ji erd û esman êrişî Xezeyê dike, li dijî herêmên li başûrê Libnanê jî êrişan pêk tîne.

Doh piştî nîvro balafirên şer ên Îsraîlê li nêzîkî bajarokê Şaitiyeyê yê li başûrê bajarê Surê yê Libnanê êrişî wesayitekê kir.

Hat diyarkirin ku di êrişê de wesayîta Xelîl Hemîd Haraz ê ku hat diyarkirin Alîkarê Fermandarê Lîwayên Qesamê yê Libnanê ye hatiye armanckirin.

Hat diyarkirin ku di wesayîtê de ji bilî Xelîl Hemîd Haraz 3 kesên din jî mirin.

Li gorî nûçeyên xwecihî, 2 welatiyên Tirkiyeyê yên ku ji bo piştgîriya Xezeyê li wir bûne di wê êrişê de hatine kuştin.

Navê welatiyên Tirkiyê yên hatine kuştin, Seyfullah Ozturk û Yakup Erdal in.

Derbarê mijarê de heta niha ti daxuyaniyeke fermî ji aliyê Tirkiyeyê ve nehatiye dayîn.

Yek ji Semsûrê û yek jî ji Edîrneyê ye

Li aliyê din, rojnamevan Nevzat Ozturk ragihand ku yek ji wan kesên ku hatine kuştin Yakup Erdal ji Semsûrê û Seyfullah Ozturk jî ji Edîrneyê ye.

Ozturk li ser hesabê xwe yê tora civakî got:

“2 welatiyên Tirkiyeyê Seyfullah Ozturk û Yakup Erdal ku ji bo piştgiriya Xezeyê ji Tirkiyeyê bi rê ketin, di êrişa Îsraîlê ya li ser sînorê Filistîn û Libnanê de şehîd bûn.

Yakup Erdal hevşariyê me yê Semsûrê ye. Seyfullah Ozturk ji Edîrneyê ye.

Sê zarokên Yakup Erdal hene, malbata wî li Semsûrê dijî û ji roja yekşemê ve ti xeber jê nebûn.

Alîkarê Fermandarê Lîwayên Qesamê yê Libnanê Xelîl Hemîd Araz jî di wesayîtê de bû û di heman êrişê de canê xwe ji dest da.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst