Rewşa koçberên Filistînî her diçe xiraptir dibe

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî amaran, ji ber êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê herî kêm milyonek û 500 hezar kes koçber bûn.

Rewşa koçberan bûye yek ji mijarên sereke ku nikarin pêdiviyên xwe yên jiyanî dabîn bikin.

Ji 7ê Çiriya Pêşînê ve, herî kêm milyonek û 500 hezar kes ji Xezeyê koçber bûne.

Neteweyên Yekbûyî têkildarî rewşa koçberan hişyariyên tund dide.

Rewşa koçberan bi taybetî di warê tenduristî û pêdiviyên jiyanî de her diçe xetertir dibe.

“Derman bi dest me nakevin”

Yek ji koçberan Hena Esfurê ji Rûdawê re behsa tenduristiya kurê xwe kir:

“Ev Elî Esfûr e, kurê min e, nexweşiya wî ya îltihabata sîng, zikçûnê û lerz û tayê heye. Bê nivîn radize.Me cil û bergên pêwîst nîne ku wî ji serma zivistanê biparêzin. Hinek kesan cil û berg dane me.

Mala me dûr e, li ser sînor e.  Ji ber şer em nikarin vegerin mala xwe. Xwarina pêwîst li ber destê me nîne û rewşa kurê min roj bo rojê xerab dibe.”

Pîrejina bi navê Hecî Turkiye Ebû Tîrê jî got:

“Bi xwedê ji dema ku em koçber bûne ve, tenê carekê min derman ji ajansên hewarçûnê wergirtiye.  Pêdiviya min bi derman heye û divê ez bistînim lê bi berdestê min nakeve.

Tenê du perçe dermanê fişareya xwînê bi destê min ketiye. Zarokên me nexweş bûne û şev nikarin razin. Her Xweda dizane ku pirsgirêka me çî ye.”