Îsraîl: Rehîneyên yekemîn dê sibe radestî me bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Eli Cohen ragihand ku di çarçoveya agirbesta mirovî ya bi Hemasê re, dê rehîneyên yekemîn bêne berdan.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Eli Cohen beşdarî Radyoya Artêşa Îsraîlê bû û behsa naveroka rêkeftina bi Hemasê re kir.

Cohen diyar kir ku, şer dê ji bo 4 rojan bê rawestîn lê ev ne “agirbest” e.

Cohen herwiha destnîşan kir ku dê koma yekemîn a rehîneyan sibe radestî wan bê kirin. 

Artêşa Îsraîlê 21ê Çiriya Paşînê, rêkeftina pevguhertina rehîneyan a bi Hamasê re qebûl kir.

Di berdêla berdana 150 girtiyên Filistînî ku di nava wan de zarok û jin hene, dê 50 rehîneyên Îsraîlî bêne berdan û dê 4 roj agirbest bê ragihandin.

Li gorî Îsraîlê, di destê Hamasê de 239 rehîneyên Îsraîlî hene.

Di girtîgehên Îsraîlê de nêzîkî 7 hezar girtiyên Filistînî hene ku 2 hezar ji wan jî girtiyên îdarî ne.