Rojnamevan Nur Batur: Artêşa Tirkiyê hewl dide pêşî li Kurdistana Mezin bigire

22-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnamevan Nur Batur got ku operasyonên hêzên çekdar ên Tirkiyê yên li ser sînorên Rojavayê Kurdistan û Başûrê Kurdistanê “ji bo pêşîgirtina li Kurdistana Mezin e.”

Rojnamevan Nur Batur bû mêvana bernameyeke televîzyona Halk TV ya bi pêşkeşkariya Şîrîn Payzîn û behsa êrişên Trikiyê yên li nav axa Rojavayê Kurdistan û Herêma Kurdistanê kir.

Nur Batur got: “Artêşa Tirkiyê dixwaze çi bike? Bi nêrîna min ev mijara herî girîng e. Hêzên Çekdar ên Tirk hewl dide ku , ji sînorê Îranê ber bi Behra Spî ve, erdnîgariya Kurdan û herêmên xweser ên Kurdan nebin yek. Eger xewna Kurdistana Mezin hebe, bi vê tirsê hewl didin pêşî li vê yekê bigirin.”

"Bêyî destûra Rûsyayê ne mimkûn e"

Batur diyar kir ku divê operasyonên leşkerî yên li Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê ji hev bên cudakirin û wiha pê de çû: “Operasyonên leşkerî li Iraqê ji sala 1984an ve berdewam dikin. Li aliyê din operasyonên leşkerî yên li Sûriyê ji sala 2013-14-2015an gav bi gav pêş ketin û di sala 2016an de Tirkiye derbasî Sûriyê bû. Korîdora ewlehiyê heta 30 kîlometro bi kûrahiyê birin û  li hin cihan jî kûrtir çûn. Di navberê de valahiyek heye, ev der Minbic e, herêma ku jê re Til Rifat tê gotin. Bêyî ku Rûsya gulopa kesk pê bixe ev operasyona asmanî ne pêkan e.”

Batur da zanîn ku li rojavayê Firatê cihên di bin kontrola Amerîkayê de ne operasyonên asmanî nehatine kirin û got: “Eger em li daxuyaniyên Serokkomar ên piştî Cotmeha 2021an binêrin, her tim behsa operasyoneke bisînor, ango operasyona temamkirina wê kembera ewlehiyê dikir. Ji bo vê yekê pêwîstî bi erêkirina Rûsya û Amerîkayê hebû. Rûsya dê destûrê bide operasyonên bejayî? Ez ji vê yekê ne bawer im. Divê em li ber çavan bigirin ku Şam û Rûsya di vê mijarê de xwedî helwesteke hevpar in.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst