Erebistan: Em li ber berpirsatiyeke dîrokî ne

22-11-2017
RÛDAW
Nîşan Erebistana Siûdiye Adil Cubeyr
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Di gotara destpêkirina kongreya Riyadê ya Dijbereya Sûriyê de, Wezîrê Derve yê Siûdiyê, Adil Cubeyr ragihand, bêyî lihevkirineke Sûrî li ser bingeha Cinêv 1 û biryara 2254 a Encumena Asayişa Navdewletî, kirîza Sûriyê çareser nabe. Cubeyr got, ku ew li ber berpirsatiyeke dîrokî ne.

 

Îro Çarşemî 22ê Mijdara 2017ê kongreya Dijbereya Sûriyê li Riyad a paytexta Erebistana Siûdiyê dest pê kir.

 

Wezîrê Derve yê Siûdiyê Adil Cubeyr di gotara destpêkirina kongreya Riyadê de got, ew li ber berpirsyariyekî dîrokî ne, ji bo ku  ji kirîza niha rizgar bibin û derbasî nava paşerojeke nû bibin.

 

Şanderê Netewên Yekgirtî bo karûbarên Sûriyê Staffan de Mistura jî gotarek pêkêş kir û têde ragihand, ew dixwazin opozisyona Sûriyê bi şandeke bihêz biçe gera bihê ya Cinêvê.

 

De Mistura eşkere jî kir, di çend rojên bihê de, dê çarçoveyek ji bo proseya siyasî li Sûriyê were destnîşankirin û tekez kir, ku divê hemû pêkhateyên Sûriyê cihê xwe di nav şanda opozisyona Sûriyê de bigrin.

 

Tê çaverêkirin, aliyên opozisyonê di kongireya Riyade de pirsa destûreke nû bo Sûriyê û çarenivîsa Serokê Sûriyê Beşar Esed yekalî bikin.

 

Di nav 140 beşdarên kongreyê de, 7 nûnerên Kurd ên ser bi Ecumena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) jî beşdar in.

 

Serokê nûneratiya ENKSê li Başûrê Kurdistanê, Newaf Reşîd di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, her yek ji Fuad Elîko, Hewas Egîd û Ebdilbasit Hemo, weke nûnerên ENKS cihê xwe di nava şandeya Hevpeymaniya Dijbereyê de digirin.

 

Herwiha, Ibrahîm Biro, Fesla Yûsif, Ibrahîm Paşa û Sebîhe Xelîl jî weke nûnerên pêkhateya Kurd ji nava ENKSê ji bo civînê hatine vexwendin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst