Artêşa Îsraîlê: Me bi şaşî li xaleke Misirê da

22-10-2023
RÛDAW
Nîşan Artêşa Îsraîlê Misir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Artêşa Îsraîlê ragihand ku li herêma Kerem Ebû Salimê ya nêzîkî sînor bi şaşî li xaleke  Misirê dane.

Berdevkiya Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku wan bi şaşî li xaleke Misirê da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Berî demeke kurt tankeke artêşa Îsraîlê bi şaşî li herêma Kerem Şalomê (Kerem Ebû Salim) ya nêzîkî sînor, li xaleke Miserê xist."

Di daxuyaniyê de hat gotin ku derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin û ew ji ber bûyerê xemgînin.

Ji aliyê Misrê ve hîn jî derbarê bûyerê de ti daxuyanî nehatiye dayin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst