Li Xezeyê 12 Kurd hatin kuştin: Ji heman malbatê ne

22-10-2023
Nîşan Xeze Kurd Kuştin Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Xezeyê 12 Kurd hatin kuştin ku endamên heman malbatê ne.

Îro li Xezeyê 12 endamên malabateke Kurd, li Xezeyê bi mûşekên Îsraîlê hatin kuştin.

Ji bo cenazayên van 12 Kurdên ku hatin kuştin li ber Mizgefta El Eqsayê nimêja cenazeyan hat kirin.

“Hemû çûn, ez tenê mam”

Amal El-Kurdiyê ku malbata xwe ji dest daye got:

“Ev der cihê sivîlan e. Kes nema. Ne dêya min, ne bavê min, ne xwişk û birayên min... Hemû çûn, ez tenê mam.”

Malbata “El-Kurdî” li bakurê Xezeyê dima lê piştî hişyariyên Îsraîlê derbasî başûrê Xezeyê bû.

Xelîl el-Degranê ku rayedarekî Nexweşxaneya Mescîd-î Eqsayê ye da zanîn ku tenê îro 90 term hatine nexweşxaneya wan ku gelekên wan parçebûyî û şewitî ne.

Ji 7ê Çiriya Pêşînê ve herî kêm milyonek Filistinî ji cih û warên xwe derketin.

Ji roja (7ê Çiriya Pêşînê) ku şerê di navbera Hemas û Îsraîlê dest pê kiriye û heta niha herî kêm hezar û 400 Îsraîlî û 4 hezar Filistînî hatine kuştin.

Li aliyê din, li Xezeyê 50 hezar penaberên Kurd dijîn û ew malbata Kurd bû armanca êrişên Îsraîlê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst