Erdogan telefona Ebdulletîf Reşîd kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ji ber erkê wî yê nû telefona Serokkomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd kir pîrozbahî lê kir.

Li gor daxuyaniya nivîsîngeha Serokkomariya Iraqê di peywendiya telefonî de, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo hilbijartina Ebdulletîf Reşîd wek Serokkomarê Iraqê pîrozbahî li wî kir û daxwaza welatê xwe ji bo pêşxistina peywendiyên dîrokî di navbera her du welatan û bihêzkirina hevkariyên ji bo bidestxistina aramiyê li navçeyê bi taybetî li ser asta siyasî û aborî û ewlekarî nîşan da.

Li gorî daxuyaniyê, Serokomarê Iraqê teqezî li ser giringiya pêwendiyên Iraq û Tirkiyê û bihêzkirina wan di warên cuda de kir.

Destpêkirina erkê Ebdulletîf Reşîd piştî wê hat ku di 13ê Cotmehê de Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokomarê nû civiyabû.

Di gera yekemîn a hilbijartinê de ti berbijêran dengên pêwîst bi dest nexistin. Di gera duyem de 269 endamên parlamentoyê amade bûn û Ebdulletîf Reşîd bi 162 dengan wek serokomarê nû yê Iraqê hat hilbijartin. Berhem Salih 99 deng bi dest xist; 8 dengên vala derketin.

Ebdulletîf Reşîd piştî serokên berê Celal Talebanî, Fuad Mehsûm û Berhem Salih, dê bibe çaremîn siyasetmedarê Kurd ku ji sala 2003an ve wê postê werbigire.