Berxwedana Îslamî êrişî baregeha Îsraîlê kir

22-09-2024
Nîşan Bexwedana Îslamî ya Îraqê Îsraîl Urdin Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bexwedana Îslamî ya Îraqê ragihand ku wan êrişî baregeheke Îsraîlê ya li Geliyê Urdinê kiriye.

Koma çekdar a ku navê “Bexwedana Îslamî ya Îraqê” li xwe dike bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir ku wan êrişî baregeheke leşkerî ya Îsraîlê ya li Geliyê Urdinê kiriye.

Bexwedana Îslamî ya Îraqê diyar kir ku wan ev êriş bi dronan encam daye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew dê êrişên xwe bidomînin û Îsraîlê bikin hedef.

Bexwedana Îslamî ya Îraqê li ser encamên êrişê ti agahî nedan.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku hêzên wan li Girên Colanê “hedef”ek îmha kiriye ku nêzîkî hêzên wan dibû.

Li hêla din, Hizbulah û Îsraîl jî ji şeva borî ve êrişî hev dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst