Şer germ bû: Hizbulahê êrişî Îsraîlê kir

Hewlêr (Rûdaw) – Hizbulaha Libnanê ragihand ku wan bi dehan mûşek berdane bakurê Îsraîlê.

Li gorî daxuyaniyê, Hizbulahê kargeh û cebilxaneyên Îsraîlê kirine hedef.

Hizbulahê ji şeva borî ve nêzîkî 155 mûşekan berdan bakurê Îsraîlê.

Mûşekek ji wan li nêzîkî bajarê Hayfayê ket û 3 kes birîndar bûn.

Her wiha êrişên Hizbulahê vê sibehê jî berdewam kir.

Di dîmenan de xuya dibe ku mûşekên Hizbulahê li hewayê ji aliyê sîstema parastina hewayî ya Îsraîlê (Quba Hesinî) ve tên teqandin.

Hizbulahê destnîşan kir ku wan ev êriş “ji bo tolhildanê” pêk anîne.

Li gorî daxuyaniya Hizbulahê, di êrişên de mûşekên “Fadî-1 û Fadî-2” hatine bikaranîn û Baregeha Asmanî ya Ramat Davidê jî bûye hedef.

Îsraîlê jî êriş kir

Li hêla din, Îsraîlê jî ragihand ku wan îro xalên Hizbulahê yên li Libnanê kirine hedef.

Li gorî daxuyaniyê, Îsraîlê droneke ku ji Îraqê rabûye jî îmha kiriye.

17 û 18 Îlonê li Libnanê bi hezaran amûrên pêwendiyên yên Hizbulahê (Pager) û cîhazên elektronîk teqiyan.

Di van teqînan de 76 kes mirin û bi bi hezaran kes birîndar bûn.

Hizbulah van êrişan dixe stûyê Îsraîlê û her du aliyan êrişên xwe yên li hemberî hevdû zêdetir kirine.

Piştî ku 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan şerê Hemas û Îsraîlê dest pê kir Hizbulah û Îsraîl jî gelek caran êrişî hev dikin.