Denge kocberên bê deng; dengek ji bo Hemze Ajan
Di destpêka nivîsa xwe de, ez dixwazim bibêjim ku kîn û bêfemî di dawiyê de her tiştên baş ên di nava civaka ku em lê dijîn de dê bikuje.
Li ser gerîna bersiva van herdu pirsan min biryar da ku di teza xwe ya doktorayê de li ser mijara penaberiyê bixebitim: Çima li dinê ewqas kîn heye û çima însanên ku jixwe cuda ewqas nefret dike? Wekî tê zanîn, di nav civakê de yek ji komên herî xeternak jî penaber in. Min di doktoraya xwe de niyet kir ku fêm bikim ka penaber çawa bi civakê re entegre dibin. Wexta ku ez rapor û lêkolînên ku helwesta gel li dijî penaberan dide nîşan dinihêrim; rast li encamên wekhev têm. Hema hema hemû rapor û lêkolîn nîşan didin ku piraniya gelê welatên ku pêşwaziyê li penaberan dike bi sedemên cuda li dijî hebûna penaberan a di nav civakêde ne. Ez van rapor û lêkolînan nîqaş nakim, lê ez dê çend heb ji wan di dawiya nivîsa xwe de ji bo kesên ku bi mijarê re eleqedar bibin, îlave bikim.
Di vê nivîsa xwe de ez dixwazim mirina Hemze, ku penaberekî Sûrî bû û ji sala 2012an heya hat kuştin li Tirkiyê dijiya, nîqaş bikim. Hemze tenê 17 salî bû, û ji alî çar "insan"an ve, 15ê Tîrmeha 2020an hat kuştin. Hemze, paneberek herî behremend ji penaberên Sûrî yên li Tirkiyê bû. Li gorî Peymana UNICEF ya Mafên Zarokan xala 1; “Ji bo armancên vê peymanê, ew kesên ku angorê zagona tê tetbiqkirin beriya 18 saliyê balix hatine qebûlkirin xaric, her kesê ku bin 18an wek zarok tê destnîşankirin.” Ji ber vê yekê, ew, dema bi hovîtî hate kuştin zarokek bû. Ez bawerim, ger ku ew sax ba; dê gelek tişt ji bo çapemeniya Tirkiyê gotiba, ji bo ku ewna di wê kuştinê de ewqas xwe serve birin. Hinek medyayan jî çawa ku haya wan a li penaberan tunebe qet behsa kuştina Hemze jî nekirin. Niha, ez dê wekî mirovek ku alîgirê wan kesên neçar mane ji mala xwe derkevin, tenê li ser navê Hemze binivîsim. Pêwist e ku em vek însan li gel ên ku di civakê de hatine cudakirin bisekinin, ku ve nekin, ev pergala neheq dê rojek her yekî me bikuje. Ez difikirîm di destpêkêda, nivîsa li ser dawîbûna jiyana Hemze, ji bo piştgiriya wan penaberan dê baştir be.
Belê, ez Hemze Ajan im, û ez ji Sûrî me. Ez tenê 8 salî bûm dema ku hemwelatên min di sala 2011an de bi awayek aştiyane li dijî hukûmeta zordar û bertîlxwer protesto kar anîn. Ez wê demê li Idlîbê bajarekî bakûrê rojavaya Sûriyê li gel malbata xwe dijîyam,. Mala min nêzîkî bajarê Ebla, bajarê mezin û kevnar bû. Ez gelek kêfxweş bûm û gelek heval li dora min hebûn.Her roj me li kolanan dilîst û her yek me xwediyê xeyalên pêşerojê bû. Me, bi piranî, bi lîstika “bilî” an jî “çawgirtonek” dilîst. Her wiha me gelek futbol jî dilîst. Ew lîstikan di nava zarokên Sûrî de gelek dihatin lîstin. Lê belê,min listika kişandina çargoşe di nav hevdu de jî dilîst. Lîstikek din, bi navê sûtik jî hebû. Me selek piçûk hildida û li ser yek pêyî di nav çargoşeyan de diajot. Ev bi piranî wek lîstika keçika dihate binavkirin lê belê em tenê zarok bûn. Me hemû lîstik dilîst û ji bo me lîstikên kurika an keçika ferq nedikir.
Di destpêka sala 2011 de, min dît ku hin kes hukûmetê protesto dikin; ev nêzîkî her roj li televizyonê de didît. Min dipeland ku hin tişt bi xeletî pêk tên. Dûv re, fam kir ku ew insanan ji berku xwedî jiyanek birûmet nînin û ji bo wek însanan bijîn protestoyan bikar tînin. Dem, dema gotina “êdî bes e” bû. Ewan heqê xwe dixwastin û bawer dikirin ku di civata her kesek wek hev xwedî îmkanan be, heq hilgirtin jî mumkîn e. Wan texmîn kir ku eger pirsgirêkên mezin ên wekî belavkirina dahatiya newekhev, xerabî û neheqî hebin tevahî protesto çêtir e. Însanan biryar dan ku vê pergalê neheq biguherînin; di sala 2011an de ew derketin kolanan, bi dengekî bilind banga azadî û guhertinê kirin. Ew protestoyên aştiyane bûn. Meşvanên bi sorgul di Şamê de, li paytextê Sûriye, cîhek ji cîhên herî kevn ku însan lê dijiyan, aw didane leşkerên bi çek.
Di sala 2011 de, xwepêşanderan hêj ferq nedikirin ku hukûmet dê hêzek bêpergal bi kar bîne û jiyana wan têk bibe. Lê mixabin hukûmetê, guhê xwe neda wan kesên ku şûşê avê û gulsor pêşkêşê leşkeran dikirin û li dijî wan dest bi zordariyê kir. Mirov şaş dima dema ku hukûmetê li çend bajaran gule dibarand ser xwepêşanderên aştiyane û çalakvan û laşê Ghaith Matar, ê ku pêşengiya çalakiya gul û şûşê avê kiribû li gel leşkeran di nîva sala 2011an de dihate dîtin. Dûv re, li welatê min ê herî kevnar e di cîhanê de her tişt ber bi xerabiyê ve diçû.
Hukûmetê, êdî behsa protestoyên aştiyane, azadîxwaz û rûmetxwaz jî nedikir.Çendî hukûmeta desthilatdar dikir ku kesên azadîxwaz kontrol bike, ew qas jî barîqat li ser rêyan zêde dibûn. Her dema kû kes li hember hovîtiyê derdiketin hejmara miriyan jî zêde dibû. Asta pevçûnê hema hema li her deverê welatê min fireh dibû, û gel bend bendî bibûn. Bajar, heta malbat jî li gorî nêrîna xwe ya siyasî dabeş dibûn. Ev protestoyên aştiyane vegeryane avayekî tundî, pê re bajar û xeyalên min jî tev hilweşandin. Hêzên hukûmetê, sivîl dikuştin; wan bi tank û top û firokan malên sivîlan wêran dikirin. Her roj, gelek xanî bi bombebaranê dihatin wêrankirin, û ev hovîtî digehişte mala min Idlibê. Ji ber vê yekê, ew kolana ku min bi hevalên xwe têde dilîst dibû qada mirîyan û xwînê. Mala min, Idlib, dişewitî. Êdî li ldlibê tu nîşaneke jiyanê nemabû, gelek kes û hevalên min ji bo jiyanê ji mala xwe koçber bibûn. Kengê ku ez diçûm razim, min difikirî ku gelo ez dê sibehê bikevim an na. Min hîs dikir ku ez di wê demê de zêdetir nêzîkê mirinê bûm.
Ji bo jiyanek wek herkes xwedî peyda bikin, malbata min û ez ji xaniyê xwe derketin û bûne koçber. Em çûne Tirkiyê, welatekî cîranê Sûriyê. Dîsa jî tê bîra min, gelek kes mîna min û malbata min li ser kolanan ketibûn, ji bo ku herin Tirkiyê. Piştî demek dirêj, em sînor derbaz bûn û gehîştin Tirkiyê. Ez difikirîm ku dê li Tirkiyeyê hemû kes pêşwaziya me dikin. Min digot ku ji ber vî neçarmayîna me, em ji mala xwe derketin, wê her kes ji me re dilgerm be. Dîsa di destpêka mayîna min a li Tirkiyê de, dema min hin wêne û nûçe derbarê penaberên Sûrî de didît; ez difikirîm ku hemî gelên li Tirkiyeyê alîkariya me dikin. Hema hema her roj di televîzyonê de, min bi taybetî didît ku zilamên di nav bedilan de (siyasetmedar) wêneyên neçariya me nîşan didin. Min ji Xweda re dua dikir ku evan însanan evqas derbarê rewşa me de diaxivin. Di serî de ji ber ku min tirkî nedizanî, fêm nedikir ka xelk di derbarê me de çi diaxive. Lê ez guman bûm ku hemî van kesan û çapemenî rastiya rewşa me dianîn ziman. Piştî demekî, dema ku ez bi tirkî fêr bûm min dît ku hin tişt di nav civakê de baş naçin. Min fêm kir ku pir kes tenê ji ber ku em Sûrî bûn, me şermezar dikin; kesên siyasetmedar ewên ku bedil xwekirine tenê ji bo bêjin ku penaberên surî ji gelê Tirkiyê didizin wêneyên me ji destê xwe danayînin. Dûv re, min fem kir ku ev kes parlamenter in, û wan ji mirovan re digotin ku Sûrî sedemên têkçûna aboriya Tirkiyê ne. Piraniya çapemeniya girseyî wêneyê me nîşan didan ku aloziya di navbera me û gelên heremê de zêde bikin. Ji ber vê yekê, ez fêr bûm ku em ji bo her xirabiya li Tirkiyê tên darizandin. Hinek kes jî ji me re digotin ku “rewşa ve li Sûriyê baş bû, lê hûn ji welatê xwe reviyan”. Hin kesan ji ber ku tenê em Sûrî bûn, bêsedem êrişê me dikirin. Em xwedî tu zagonê nebûn ku xwe li dijî vê neheqiyê biparêzin. Ji ber vê yekê, ez di jiyana xwe ya kurt de ji bo cara duyemîn ecêb dimam. Ya yekem li Sûriyeyê bû: Dema ku kesan daxwaziya mafê xwe yê bingehîn dikirin û li aliyê hukûmeta sûrî dihatin kuştin.
Piştî şoka duyemîn, min nizanibû ez ku ve biçim an jî çi bikim. Wusa dixuya ku ti der tune bû ez di azadiyê de, jiyanek bi rûmet mîna însana lê bijîm. Lê dîsa jî, min di bazara giştî ya herêma Gursu ya Bursayê, cîhê ku tev malabata xwe lê dijiyam karekî peyda kir. Diviya bû ku ez bixebitim û alîkariya dê û bavê xwe bikim. Min dixwest ez karekî çêtir bibînim lê bêhtir nedikarî xewn û xeyalên xwe bişopînim. Min dixwest ku bala xwe tenê bidim ser jiyana xwe ya nû û min guh nedida wan kesên kû, ji berku em sûrî ne, me cuda digirin. Di 15ê Tîrmeha 2020an de gava min dît ku hin mirovên nijadperest ku li sûkê dixebitin êrişê jinekê dikin û destê xwe dirêjê wî dikin, aqilê min li serê min çû. Ew jin jî wek min penaberekî Sûrî bû, lê netewa wê ne girîng bû. Ku ew ne Sûrî ba jî min dê ew biparasta. Min bang li wan çar kesên ku dest dirêjê wî jinê dikirin kir, lê guh nedan min. Wan çar kesan li şûna ku guhdarî min bikin, dest bi lêdanê kirin. Min gelek caran ceriband ku ji wan re bibêjim; hûn nekarin bi vî rengî gefa ji kesî re bixwîn. Lêbelê, ewan guhê xwe nedan min û heta ku ez bêhiş ketim li min xistin. Ewên ku dora min ji gazî ambulansê kirin û wan ez birim nexweşxaneyê. Ji ber derbê ku min hilda bû xwîn rijiya bû mêjûyê min. Ez pir piçûk bûm, û vî carê min nekarî têbikoşim. Ji bo her tiştî re pir dereng bû. Min ji zû ve baweriya xwe ya ji bo pêşerojê li Sûriyê winda kiribû, lê vê care jiyana xwe ji dest dabû. Belê,ger ku însan şûna şerkirinê guh bidin hev, dê her tişt gelek cûda be. Belê, dê li Sûriyê her tişt cudatir ba ger ku hikûmeta sûrî di destpêkê de devsa şer guh bida xwepêşanderan. Kî dizane? Dibe ku ez hîn jî navbera we da dijiyam, we jî tenê ez vek însan qebûl dikir. Erê, ez Hemze me. Ez tenê 17 salî bûm , 15’ê Tîrmeha 2020’an de ji hêla çar kesan ve hatim kuştin. Ez ji we rica dikim, li şûna şer guh bidin hev. Wekî din, ev nefret û hovî dê her roj kesek bikuje.
Cevdet Acu
Cevdet Acu li Zanîngeha Exeter a Brtînaî di beşa aborî de doktorayê dike. Doktoraya xwe li ser koçberên çûne welatên weke Tirkiye, Urdin û Lubnanê ku çi bandora wan li ser hêza karkirinê heye.