Sînorê Kilîs - DAIŞê bi otomobîla bombekirî êriş kir

22-09-2016
RÛDAW
Nîşan Kilîs Sînor Tirkiye Sûriye DAIŞ Artêşa Azad a Sûriyê Otomobîla bombekirî
A+ A-

Kilîs (Rûdaw) – DAIŞê li ser sênorê navbera Tirkiye û Sûriyê bi otomobîla bombekirî êrişî Artêşa Azad a Sûriyê kir.

 

Li gorî agahiyan ji herêmê, çekdarên DAIŞê îro pênşemî 22ê Îlonê li gundê Şimerîn a ku 7 kîlometran ji sînorê Tirkiyê yê li aliyê Kilîsê ve dûr e, bi otomobîleke bombekirî êrişî çekdarên girêdayî Artêşa Azad a Sûriyê kir.

 

Êriş piştî derbasbûna çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê bo nav gundê Şimerîn û derxistina wê ji destê DAIŞê pêk hatiye.

 

Li gorî zanyariyên destpêkê, di encama vê êrişa DAIŞê, Artêşa Azad a Sûriyê kuştî dane. Herwiha hat zanîn, ku 10 çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê  ku di encama êrişê de birîndar bûne, bi otomobîlan bo aliyê sînorê Tirkiyê hatine veguhastin û piştre bi ambulansan bo Nexweşxaneya Dewletî ya Kilîsê hatin birêkirin.

 

Herwiha hat ragihandin, ku rewşa hin birîndaran giran e û ji bo wergirtina çareseriyên pizîşkî bo Nexweşxaneya Dêlokê hatine veguhastin.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst