Medyaya Îranê: Erdogan û Esed dê li Ozbekistanê hevdîtinekê bikin

22-08-2022
Sîna Soma
Sîna Soma
Nîşan Erdogan Beşar Esed Vladimir Putin Ozbekistan Rêxistina Shanghay Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Medyaya Îranê îdia kiriye ku Serokkomarê Rûsyayê Valdimir Putin, Serokkomarê Tirkiyê Erdogan û Serokê Sûriyê Beşar Esed vexwendine civîna rêxistina Shanghayê ku biryar e li Ozbekistanê bê lidarxistin û ragihandiye, bi egereke zêde Erdogan û Esed dê di kevana civîna rêxistina Shnaghayê de hevdîtinekê bikin.

Ajansa Tasnim a Îranê ku ajanseke nîvfermî ya nûçeyan e li Îranê û ser bi Supaya Pasdaran ve ye, îdia kiriye ku egera wê yekê heye di kevana civîna meha bê ya rêxistina Shanghayê de Erdogan û Esed bi hev re hevdîtinekê bikin.

Wê janasa Îranî di raporta xwe de amaje bi serdana Serokê Giştî yê Partiya Vatan a Tirkiyê Dogu Perinçek bo Sûriyê di meha bihê de û hevdîtina wî bi Serokkomarê Sûriyê Beşar Esed re kiriye û ragihandiye, “Perinçek di wê serdanê de serokatiya şandeke siyasî û dîplomatîk dike, ku hejmarek wezîrên berê û dîplomatên xwedî ezmûn ên Tirkiyê di wê şandê de cih digirin.”

Li gor zanyariyên di raportê de, serdana Dogu Perinçek a bo Sûriyê dê bi firokeyeke taybet a 12 kesî pêk bê û hatiye gotin, ji sala 2011an ve ew dibe yekemîn geşta esmanî ku ji firokexaneyeke Tirkiyê ve bo Şamê tê encamdan.

Roja 18ê Tebaxa 2022an Dogu Perinçek tevli Bultena Rojava ya Rûdawê bûbû ku ji aliyê Dilbixwîn Dara ve tê pêşkêşkirin û diyar kiribû ku ew dê di meha Îlonê de biçin Şamê û bi Esed re hevdîtinê bikin.

Ajansa Tasnimê daye xuyakirin, di wê serdanê de “rê û rêbazên çakkirina peywendiyan (Tirkiye-Sûriye), têkoşîna hevbeş li dijî terorê li bakurê Sûriyê û vegera koçberên Sûrî” dê bên gotûbêjkirin û dê paşê raportek derbarê serdanê de radestî hikûmeta Tirkiyê bê kirin.

Di raportê de tê gotin, “eger ew hevdîtin û raporta ku dê pêşkêşî hikûmeta Tirkiyê bê kirin û herwiha nêrîna Şam û Enqerê li ser encamên hevdîtinê erênî be, serokên her du dewletan bi îhtimaleke zêde di kevana civîna bê ya rêxistina Shanghayê de li Ozbekistanê dê bi navbeynkariya Putin bi hev re hevdîtinekê bikin.”

Civîna rêxistina Shanghayê dê di 15-16ê Îlona 2022an de li Ozbekistanê bê sazkirin.

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan pêştir di 5ê Tebaxê de û piştî hevdîtina bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re li Soçiyê gotibû, Putin ji wî xwestiye ku beşdarî di civîna rêxsitina Shnaghayê de bike û bi egereke zêde ew dê beşdar bibe.

Di van demên dawîn de Enqere ji bo asayîkirina têkiliyên Tirkiyê yên bi Sûriyê re li ser hev peyaman dide. Rayedarên siyasî û berpirsên partiyan li wî welatî tekezî li ser dubare çêkirina peywendiyan û asayîkirina peywendiyên Enqere-Şamê ji bo çareserkirina krîzên li herêmê û hundirê Tirkiyê dikin.

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî jî ku hevpeymanê sereke yê Erdogan e, pêşwazî li destpêkirina danûstandinên di navbera Tirkiye û Sûriyê de û asayîkirina peywendiyên navbera herdu welatan kiriye.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu roja 11ê Tebaxê di dema birêveçûna 13mîn konferansa balyozên wî welatî de li Enqerê behsa lihevanîna opozisyon û hikûmeta Sûriyê kiribû û gotibû, “Divê em bi awayekî opozisyon û rejîma Sûriyê li hev bînin. Wekî din aştiyeke mayînde çênabe”.

Mevlut Çavuşoglu herwiha dabû xuyakirin ku berî 10 mehan li Belgrad a paytexta Sirbistanê bo demekî kurt û li ser piyan bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad re hevdîtinek kiriye.

Erdogan jî hefteya bihorî di vegera xwe ya ji Ukrayanyê de li ser vegerandina têkiliyên dîplomatîk ên bi Sûriyê re axivîbû û gotibû, “Di siyasetê de kîn nîne. Tu dê her tim di aştiyê de bî. Di her kêliyê de te dê derfeta hevdîtinê hebe. Divê em bi Sûriyê re gavên zêdetir bavêjin. Gava em van gavan bavêjin li vê erdnîgariya ku cînarên me cîhana Îslamê ye em dê gelek lîstikan xerab bikin.”

Erdogan herwiha gotibû, “Divê em vê yekê carekê bizanibin û qebûl bikin. Di navbera dewletan de diyalog û dîplomasiya siyasî qet nayê qutkirin. Her tim bi vî rengî diyalog hene, divê hebin. Gotinek jî heye; ‘Bi têlekî be jî têkiliyê qut nekin, bila bidome. Rojekê ew dê hewce be.’ Hûn nikarin dîplomasiyê bi tevahî asteng bikin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst