Libnan dixwaze milyonek koçberên Sûrî vegerîne welatê wan

22-07-2022
Loloxan
Libnan dixwaze milyonek koçberên Sûrî vegerîne welatê wan
Libnan dixwaze milyonek koçberên Sûrî vegerîne welatê wan
Nîşan Libnan Koçberên Sûrî Vegerandina Koçberan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Libnanê bi rêya birayar û planekê dixwaze milyonek koçberên Sûrî vegerîne welatê wan. Vê yekê jî tirsek mezin li ba koçberan çêkiriye. Piraniya navçeyên van koçberran li Sûriyê wêran û çeperên şer in.

Koçberê Helebê Hesen Mihemed dibêje “Her kes naxwaze wek biyanî bijî, her kes dixwaze li welatê xwe û li ser erda ku lê çêbûye bijî, ez dijî vê biryarê me, heta niha navçeya min çeperê şer e, ka ez ê biçim kûderê? Gelo ez ê ji krîza aborî birevim daku hevjîn û zarokên min bên kuştin? Eger çêroka wiha baya, ji destpêkê ez koçber nedibûm, ez dijî vê biryarê me.”

Piraniya koçberên Sûrî yên li Libnanê dimînin, li Sûriyê malên xwe ji dest dane, herwiha bi gotina wan nebûna ewlekariyê li wî welatî jiyana wan dixe bazneyê metirsiyê.

Koçbera Himsê Um Cewad got Em  ji ber rewşa ewlekariyê nikarin vegerin. Dixwazin ciwanên me bibin leşkeriya bizorê. Kurrê min jî mezin dibe, di siberojê de wê wî ji min bistînin. Mala min jî li Sûriye nîne, ewlekarî nîne.”

Ji aliyê xwe ve, Human Rights Watch û Neteweyên Yekbûyî biryar û plana hikûmeta Libnanê bo vegerandina koçberên Sûrî bizorê red dikin, dibêjin çi koçberê ku vegeriyaye hatiye girtin û hejmarekê ji wan jî di bin êşkencedanê de canê xwe ji dest dane.

Human Rights Watch Lema Feqîh “Human Rights Watch û rêxistinên din, belge kirine çawa ew Sûrî yên ku piştî şer vegeriya bûn Sûriye hatine girtin û êşkence kirin, tevî ku bawernameyên ewlehiyê jî wergirtibûn. Ev yek dibe sedema ku Komisyona koçberan û rêxistinên mafnas vegera koçberrên Sûrî red bikin. Human Rights Watch dixwaze koçberên Sûrî bi kêfa xwe vegerin, ev jî dema ku ewlehî hebe, lê niha ev yek li Sûriye nîne.”

Gelek koçberên Sûrî li Libnanê dibêjin tevî ku rêya mirinê ye, ew amade ne bi rêya deryayê biçin Ewropayê daku venegerin Sûriye.

Li gor hikûmeta Libnanê niha nêzîka yek milyon û 500 hezar koçberên Sûrî li welatî dimînin. Ev çend sal in ji ber têkçûna rewşa aborî û metirsiya nîştecîhbûnê, pirsa koçberên Sûrî li Libnanê bûye cihê milmilane û hevrikiyê di navbera aliyên siyasî de li wî welatî.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst