Siyasiyên Iraqî: Divê welatên cîran li ser serweriya me metirsiyan çê nekin

22-07-2021
RÛDAW
Nîşan Iraq Herêma Kurdistanê Tirkiye Emmar Hekîm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lîder û parlamenterên Iraqî tekez kirin ku divê welatên cîran ji gav û gotinên ku bibin sedema binpêkirina serweriya welatên wan, xwe dûr bixin.

Serokê Hevpeymaniya Hijme ya Niştîmanî li Iraqê Emmar Hekîm daxwaz ji welatên cîran dike ku rêzê li serwerîya welat bigirin û dibêje Iraq welatekî serbixwe ye û "em rê nadin destdiêjî li dijî serweriya ma bê kirin".  

Emmar Hekîm bi boneya Cejna Qurbanê li ser hesabê xwe yê telegramê peyamek belav kir û tê de dibêje: “Bidestanîna aştiyê li herêmê û tevahiya cîhanê li ser bingeha miameleya welatan bi rêgezên navnetewî û bi hemahengî li ser bingeha têkiliyên dualî û berjewendiyên hevbeş  dibe. Iraq jî wek welatekî serbixwe ku serweriya wê bi temamî heye, bê guman dê di encama her hewldaneke xweferzîkirinê  têk biçe.”

Beşeke din a peyama xwe de Emmar Hekîm got: “Em daxwazê ji welatên cîran dikin ku bi Iraqê re bi awayê ku serweriya wê ya temam hebe, danûsitandinê bikin. Em dê rê nedin tu hincetek û di her rewşê de serweriya me binpê bike yan jî destdirêjiya xaka me bike."  

Ev peyama Emmar Hekîm di demekê de ye ku Tirkiye û Îran weke du welatên cîran rêz ji serweriya Iraqê nagirin û gelek caran topbaran û bombebaranan li ser deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê pêk tînin.

Di heman demê de ev duxaniya Hekîm hat şîrovekirin ku behsa daxuyaniya Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu dike ku li parêzgeha Şirnexê gotibû: “Ew dem nêzîk e em ji vê derê bimeş biçin Iraq û Sûriyê”.

"Berjewendîyên Iraqê pêşî her tişt tê"

Read Husên ê Parlamenterê ser bi Tevgera Sedir a ku Muqteda Sedir serokatiya wê dike, ji Rûdawê re got: “Ji bo me, berjewendiyên Iraqê di ser her tiştî re ne. Ji ber vê sedemê, Serokê Tevgera Sedir biryar da ku xwe ji hilbijartinan vekişîne. ”

Huseyîn herwiha got, "Helwesta me ya derheqê serweriya Iraqê de diyar e. Bi gotinek din, rêyên me ji welatên cîran ên ku li ser bingeha serwerî û berjewendiya hevbeş bi Iraqê re hevkar nabin, ji hev vediqetin. Ew kî bin bila bibin, eger bi vî rengî nêzîk nebin  nabe gavekê biavêjin di nav axa Iraqê de.”

"Rewş guherî, Iraq ne ya kevn e"

Parlamenterê Hevpeyamniya Yasa ya li Parlamentoya Iraqê Kazim Fincan Hamamî jî , bal kişand ser operasyonên ku ji aliyê Hêzên Çekdar ên Tirk ve li dijî PKKê di nav axa Herêma Kursitan de têne kirin.

Kazim Fincan Hamamî diyar kir ku deverên daristanî yên li herêmên ku operasyon lê hate kirin wêran bûne û welatiyên ku li herêmê dijîn zirar dîtin, got ku divê hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê bertekek tûjtir nîşan bidin.

Hamami herwiha da zanîn ku hin rayedarên Tirk hêj xewna "Osmanî" dibînin û got, "Ew mijar xelas bû, rewş guherî, Iraq êdî Iraqa kevn e."

Parlamenterê Hevpeymaniya Yasayê tekez kir ku Iraq destê dostaniyê dirêjî cîranên xwe dike û divê cîranên wî jî bi rengek dostane vî destî bigirin.

Ji dawiya Nîsana derbasbûyî ve artêşa Tirkiyê li ser sînorê Amêdiyê li parêzgeha Duhokê dest bi operasyonekê kiriye û di vê operasyonê de zirar gihandine mal û milkên welatiyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst