Mistefa Kazimî û Fermandarê Supaya Quds civiyan

22-07-2020
RÛDAW
Nîşan Îran Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Iraqê di serdana xwe ya bo Îranê de li gel Îsmaîl Qaanî, Fermandarê Supaya Quds a ser bi Supaya Pasdaran a Îranê ve civiyaye.

Li gor hin agahiyan, Mistefa Kazimî ku ji duh Sêşemê ve di serdanekê de li Îranê ye, bi şûngirê Qasim Sulêymanî û Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran a Îranê re jî hevdîtin pêk aniye,lê belê ti zanyariyek derbarê naveroka civîna herdu aliyan nehatiye belavkirin.

Mistefa Kazimî heta niha bi Rêberê Îranê Elî Xaminêyî, Serokomar Hesen Ruhanî, Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf û Sekreterê Encûmena Asayişa Netewî ya wî welatî Elî Şemxanî re hevdîtin pêk anîne.

Îsmaîl Qaanî di 3ê Adara îsal de û tenê çend demjimêran piştî ku Qasim Sulêymanî li nêzîk Balafirxaneya Bexdayê di êrîşeke Amerîkayê de hat kuştin, ji aliyê Rêberê Îranê ve weke şûngirê Sulêymanî û Fermandarê Supaya Quds hat destnîşankirin.

Meha bihorî ajansa Asociated Press belav kir ku Îsmaîl Qaanî di meha Nîsana îsal de dema ku xwestiye bo cara duyem serdana Iraqê bike, neçar bûye vîzeyê werbigre. Heman çavkanî dibêje, nifûza Supaya Quds li Iraqê kêm bûye.

Qasim Sulêymanî, fermandarê berê yê Supaya Quds bi bêyî vîze hatin û çûna Iraqê kir.

Şarezayên rewşa Iraqê dibêjin, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî hewl dide çalakiyên komên çekdar ên nêzîkî Îranê li Iraqê sînordar bike. Mistefa Kazimî di du heftiyên bihorî de çendîn deriyên sînorî yên li ser sînorê Îranê ji kontrola wan komên çekdar derxist û hêzên hikûmetê lê bi cih kirin.

Ew komên çekdar di jêr çavdêriya Supaya Quds a Îranê de kar dikin û hejmara wan di navbera 30 heta 60 koman de ye.

Ajansa Reutersê destpêka vê mehê ji zarê berpirsên Heşda Şeibî ve belav kiribû, heta destpêka sala 2020 Îranê mehane nêzîkî 5 milyon dolar alîkarî dida her yek ji wan grûpan, lê belê ji wê demê ve ew alîkarî bo du heta 3 milyon dolaran kêm bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst