Piştî mirina Îbrahîm Reîsî dê pêwendiyên Îran û Herêma Kurdistanê çawa bin?

22-05-2024
Nesrula Reşnûdî bû mêhvanê Rûdawê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nesrula Reşnûdî bû mêhvanê Rûdawê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî Helîkopter Ketin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konsulê Giştî yê Îranê yê Hewlêrê Nesrula Reşnûdî beşdarî bernameya Rûdawa Îro bû û mijarên li rojevê bi berfirehî nirxandin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hefteya ewil a vê mehê çûbû Îranê û serdana wî di çapemeniya Îranê de deng vedabû.

Nesrula Reşnûdî li ser vê serdanê da zanîn:

“Serdana Nêçîrvan Barzanî û pêşwazîkirina wî ya di asteke bilind de nîşaneyên pêwendiyên dîrokî yên Îran û Herêma Kurdistanê ne û ev serdan dikare pêwendiyan xurttir jî bike.

Em di di hemû astan de li kêleka hev bûn û divê ev yek berdewam bike.”

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev 19ê vê mehê li ser sînorê Îranê û Azerbeycanê bi merasîmeke fermî bendavek vekiribû.

Piştî merasîmê di rêya vegerê de helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li herêma Culfayê ya Tewrêzê ketibû.

Di vê qezayê de Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan, Melayê Înê yê Tewrêzê Ayetulah El Haşim û Parêzgarê Azerbeycana Rojhilat Melîk Rehmetî canê xwe ji dest dabû.

Pêwendiyên Îran û Herêma Kurdistanê

Nesrula Reşnûdî pirsa Niwêner Fatîh a bi rengê “Gelo dê mirina Îbrahîm Reîsî bandoreke çawa li pêwendiyên Îran û Herêma Kurdistanê bike?” wiha bersivand:

“Beşa herî zêde ya sînorên me bi Herêma Kurdistanê re ye, herwiha pêwendiyên me yên kevn û bibandor hene.

Ev pêvendî rêkxistî ne û em hêvîdar in ku rêveberiya nû jî van pêwendiyan bidomîne û hewl bidin ku ev siyaseta heyî berdewam bike.”

Piştî mirina Îbrahîm Reîsî tê hêvîkirin ku li Îranê hilbijartinên serokkomariyê bên kirin.

Hilbijartinên Îranê

Konsulê Giştî yê Îranê yê Hewlêrê Nesrula Reşnûdî li ser mijara hilbijartinan jî da zanîn:

“Îşala dê di dema diyarkirî hilbijartin werin kirin. Ji niha ve amadehî tên kirin.

Îro peyamek ji min re hat ku divê em ji bo hilbijartinan amadehiyan bikin.

Ji niha ve dest bi rêkaran hatiye kirin û îşala dê pêvajo di dema guncav de bê bicihanîn.”

Helîkoptera Reîsî çawa ket?

Li hêla din, awayê ketina helîkoptera Îbrahîm Reîsî di raya giştî de gelekî tê nîqaşkirin.

Nesrula Reşnûdî li ser pirsa, “Gelo li ser vê bûyerê ti gumana Îranê heye?” got:

“Agahiyên destpêkê amaje bi wê yekê didin ku ji ber şert û mercên xerab ên hewayê ketiye.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ji bo sedema rast a ketina helîkopterê derkeve holê ferman daye ku lêkolîn werin kirin.

Niha li ser vê mijarê lêkolîn tên kirin û faktorên cuda tên nirxandin û em dê encamên lêkolînan bi gelê xwe yê ezîz re parve bikin.”

Tirkiyeyê îdia kiribû ku wan drona wan helîkoptera Îbrahîm Reîsî peyda kiriye.

Kê helîkoptera ketî dît?

Nesrula Reşnûdî diyar kir Heyva Sor a Îranê helîkopter dîtiye û got:

“Aliyê sereke yê lêgerînê lijneya berpirsê Heyva Sor a Îranê bû.

Hemû karên bi mijarê re pêwendidar di kontrola wan de hatin kirin.

Li gorî ku ew radigihînin, Hevya Sor a Îranê cihê helîkopterê tesbît kiriye.”

Nesrula Reşnûdî diyar kir ku wî ev îdiayên Tirkiyeyê di medyayê de dîtine û divê pişta xwe bi gotinên bepirsê Heyva Sor a Îranê girê bidin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst