Grûpa Emşat cezayê zîndanê li efserekî opozisyonê birî

Hewlêr (Rûdaw) - Grûpa Siltan Silêman Şah a girêdayî Tirkiyê ku Abû Emşe serokatiya wê dike, Fermandarê berê yê Artêşa Azad Ehmed Rehal bi 3 salan zindan mehkûm kir û ji Tirkiyê xwest wî radestê wan bike.

Di videoyekê de ku ji aliyê Grûpa Emşatê ve hatiye belavkirin, grûpek wekî lîjneya dadgehê derdikevin û biryara zindanîkirina General Ehmed Rehal dide û hikmê 3 salan lêdibire.

Li gor efserê ku biryarê dixwîne, ew bi tohmeta derew û bêbextiyên li dijî şoreşa Sûriyê hatiye cezakirin.

Emîd Ehmed Rehal ji Rûdawê re ragihand, berî derxistina vê biryarê ji aliyê Emaştê ve, ew ji aliyê wan ve bi kuştinê hatibû tehdîdkirin, her wiha got, Tirkiyê jî berî niha jê xwestibû ji wî welatî derkeve, lê heta niha ti welatek razî nebûye wî wergire û eşkere kir, ji ber rexnekirina binpêkirinên vê grûpê, li dijî wî ev biryar hatiye standin.

Ehmed Rehal di çend bernameyên televizyonî de, Ebû Emşe û çend fermandeyên din ên grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê bi dizî û gendeliyê tohmetbar kiribûn.