Beyrût: Keçeke ji Efrînê hewla xwekuştinê da

22-04-2023
Hisên Omer
Li Beyrûtê keçeke ji Efrînê hewla xwekuştinê da
Li Beyrûtê keçeke ji Efrînê hewla xwekuştinê da
Nîşan Beyrût Efrîn Xwekuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yasmîn Semîr Nasan, keçeke nûciwan a 15 salî ye. Ew ji gundê Rûta yê herêma Efîrnê ye û li Libnanê, li gel malbata xwe, penaber e. Roja pênşemê hewla xwekuştinê daye.

Yasmîn niha bi giranî birîndar e û li nexweşxaneyeke Beyrûtê bêhiş e. Mistefa Îbrahîm Mistefa, xalê Yasmînê, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa sedema hewla xwekuştinê ya xwarziya xwe kir.

Ev pirteke Beyrûtê paytexta Libnanê ye. Keçeke nûciwan a kurd ji herêma Efrînê xwe ji ser vê pirê diavêje da ku dawiyê li jiyana xwe bîne.

Yasmîn Semîr Nasan keçeke 15 salî ye û ji gundê Rûta yê herêma Efrînê ye ku niha li Lubnanê penaber e û roja Pênşemê hewla xwekuştinê daye.

Yasmîn niha bi giranî birîndar e û li nexweşxaneyeke Beyrûtê bêhiş e. Dîmenên wê taybet ji bo Rûdawê hatine şandin. Mistefa Îbrahîm Mistefa, xalê Yasmîn e. Wî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa sedma hewla xwekuştinê ya xwarziya xwe dike.

Xalê Yasmîn, Mistefa Îbrahîm Mistefa got, “Wê ji ber rewşa nebaş a aborî û nebûna kar wisa lê dike ku vî karî bike. Rabûye ser birê û xwe avête xwarê.”

Ev nav mala penaberê Kurd Semîr Nasan e. Ew 15 sal in ve li Lubnanê ye. Karê rojane di warê çandiniyê de dike. Dahata wî ya rojane ne zêdetirî 5 dolaran e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst