Dîlana “Dehê” û dîlana “Pengoen” di nava civaka Siûdiyê de

22-02-2014
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

 

 

Hewlêr (Rûdaw)- Civaka Erebistana Siûdiyê yek ji civakên girtî û pêgirên dab û nerîtên xwe yên civakî û olî ne, ji bo vê mebestê jî zû bi zû guhertin di wê civakê de çênabe.

Li Siûdiyê, dema ku dawet û helkeftên wan ên civakî û taybet dibin, şahiya xwe ya navdar ku bi navê (Dehê) tê naskirin, dikin. Dîlana Dehê, yek ji dîlanên herî kevin di nava civaka Erebî de ye, û ew taybete bi vê civakê, ev dîlan di dema şer û pevçûnan de hêzên Ereban ev dîlana han di qadên şer de dikirin da tirsê bixin dilê dijminên xwe, ku tê de şervanên Ereban dengê şêr û deveyan derdixistin, da deng bigihe dijminên wan û tirsê bixe dilê wan.

Heta niha ev dîlana han didome, lê ne di şer û pevçûnan de, lê di dawet û helkeftên taybet de.

Lê niha coreke din ji dîlanan di nava civaka Siûdî de peyda bûye, bi taybetî di nav çîna genc û zarokan de, ku ew jî dîlana Pengoen e, ku ew bi xwe dîlaneke Finlendî ye....

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst