Pakistan û Îranê li ser vegerandina balyozan li hev kir

Hewlêr (Rûdaw) - Pakistan û Îranê li hev kir ku balyozên her du welatan heta 26ê vê mehê vegerin ser wezîfeya xwe.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Pakistanê, Wezîrê Karên Derve Celîl Ebas Cîlanî û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan piştî axaftina bi têlefonê her du welatan li hev kir ku balyozên wan bikaribin heta 26ê Kanûna Paşînê vegerin ser wezîfeyên xwe.

Di daxuyaniyê da hat gotin, li ser daxwaza Celîl Ebas Cîlanî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê dê di 29ê Kanûna Paşîna 2024an de Pakistanê ziyaret bike.

Îranê di 16ê Kanûna Paşîna 2024an de ragihandibû ku wan bi mûşekan “terorîstên”ser axa Pakistanê kirin hedef.

Pakistanê piştre bi mûşekan li devereke ser herêma nêzîkî sînorê Îranê xistibû û ragihandibû ku wan li dijî terorîstan operasyon kir.

Her du welatan piştî van êrişan balyozên xwe vekişandibûn.