Hakan Fîdan li ser YPGyê axivî

12 demjimêr berê
Şêrîn Xetib
Nîşan Hakan Fîdan YPG Rojavayê Kurdistanê Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ragihand ku divê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) nemîne.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan derbarê rewşa Sûriyeyê û rûdanên li herêmê ji televîzyona France 24ê re axivî.

Hakan Fîdan diyar kir ku ew pîlan dike biçe Şamê û bi Serokê Heyeta Tehrîr El Şamê Ehmed Şer re bicive.

Fîdan li ser pirsa çima HTŞ hîn jî di lîsteya terorê ya Tirkiyeyê de ye wiha got:

“HTŞ ji ber ku di lîsteya terorê ya Neteweyên Yekbûyî de ye me ji lîsteyê dernexistiye.

Em pabendî yasayên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ne.

Lê niha aliyê yasayî û fiîlî yê wê meseleyê hev nagirin.”

“Bi salan e hevkariya me û HTŞyê heye”

Hakan Fîdan debarê hevkariya Tirkiyeyê ya bi HTŞeyê re got, “Bi salan e HTŞ di aliyê îstîxbaratî de bi me re di nava hevkariyê de ye.”

Pirsa derbarê zêdebûna hêzên Amerîkayê yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî Fîdan wiha bersivand:

“Amerîkayê van hefteyên dawiyê hêzên xwe li Sûriyeyê zêde kirine. Vê yekê jî bi hincete rûbirûbûna DAIŞê dike.

Mirov divê hinek tiştan rast pênase bike. Rûbirûbûna DAIŞê ya ku ew behs dikin yek tişt e, ew jî di girtîgehê de ragirtina DAIŞiyan e. ‌Hemû ev e.

Mixabin dostên me yên Amerîkî û Ewropî ji bo terorîstan di girtîgehê de rabigrin rêxistineke din a terorê bi kar tînin.

Di vê mijarê de ji bo nehiştina PKK/YPGyê divê em û Amerîka li hev bikin.”

“Rêveberiya Sûriyeyê neke em dê bikin”

Fîdan li ser pirsa “Tirkiye dê êrişî Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê bike?” wiha got:

“YPG ji kesên ji Tirkiye, Îraq, Sûriye û hinek ji Ewropayê çûne, ava bûye.

Li gorî min divê ew rêxistin bê hilweşandin. Niha li Sûriyeyê rêveberiyeke nû heye.

Bi min divê ew wê yekê bikin. Yekitiya axa Sûriyeyê û serweriya Sûriyeyê wê yekê ferz dike.

Divê ew bê kirin. Rêya em hildibijêrin ev e lê ew yek nebe wê demê bê guman a pêwîste em dê ji bo parastina ewlehiya xwe bikin.”

“Piştgiriya ji bo YPGyê nemaye”

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê her wiha îdia kir ku niha piştgirya ji bo YPGyê nemaye û got:

“Berê Rusya, Îran û Esed ji bo YPGyê zemînek ava kiribûn û Amerîka û hinek welatên Ewropa jî piştgirî didan wê.

Lê niha ew zemîn nemaye. Li Şamê êdî rêveberiyeke nû heye. Em hêvî dikin ku rêveberiya nû ya Şamê vê mijarê destbigre û binirxîne.” 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst