McGurk: Amerîka ji Rojhilata Navîn dernakeve

Hewlêr (Rûdaw) - Hevahengkarê Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê yê Koşka Spî Brett McGurk tekez dike, “Amerîka ji Rojhilata Navîn dernakeve.”

Korbenda Diyalogê ya Menamayê 2021 (IISS Manama Dialogue 2021) li Behreynê berdewam e û Hevahengkarê Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê yê Koşka Spî Brett McGurk îro gotarek pêşkêş kir û behsa `girîngiya Rojhilata Navîn a ji bo Amerîkayê` kir.

`Amerîka bi ti cihekî ve naçe`

Brett McGurk di gotara xwe de red kir ku Amerîka Rojhilata Navîn bicih bihêle û dibêje, “Amerîka bi ti cihekî ve naçe” û bibîr jî xist, “Amerîka Hêzên Pêşmerge rahênan dike.”

Brett McGurk dibêje, “Amerîka girîngiyeke zêdetir bi Rojhilata Navîn dide” û diyar dike, “Amerîka pabend e bi berevanîkirina hevbeşên xwe.”

Brett McGurk li ser vê mijarê got, “Bila bi zelalî bêjim. Amerîka bi ti cihekî ve naçe.Ev herêm gelek girîng e. Gelek necêgir e. Ji wê gelek zêdetir girêdayî berjewendiyên Amerîkayê ye ku bîr lê tê kirin. Mijara Efxanistanê, Efxanistan bû. Ew gelek taybet bû. Wê ti peywendî bi pabendbûna bi berjewendiyên me yên li Rojhilata Navîn nîne. Di rastiyê de her tiştek ku dem, bal û çavkaniyên me azad bike. Ji bo ku em bala xwe bixin ser vê derê (Rojhilata Navîn), ji bo me gelek girîng e.”

 

 

`Nabe nermiya Amerîkayê wek lawazî bê dîtin`

Hevahengkarê Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê yê Koşka Spî têkildarî egera vegera Sûriyê bo nav Komkara Erebî jî tekez kir, “Rejîma Esed tawanên mezin kirine û divê berî endamtiya Komkara Erebî, bê cezakirin. Rejîma Esed tawanên mezin kirine û divê berî endamtiya Sûriyê di Komkara Erebî de, bê cezakirin.”

Hevahengkarê Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê yê Koşka Spî derbarê aloziya li gel Îranê jî got, “Em ji bo binbirkirin û rûbirûbûna destdirêjiyên Îranê kar dikin. Nabe nermiya Amerîkayê ya li beramber Îranê wek lawazî bê dîtin.”

 

 

`Em dê piştevaniya Pêşmerge berdewam bikin`

Li ser rewşa Yemenê jî McGurk got, “Amerîkayê şiyanên Siûdiyê ji bo rûbirûbûna êrişên Hûsiyan, bihêz kirine” û li ser rewşa Iraqê jî diyar kir, “Em berevaniyê li serweriya Iraqê dikin.”

Têkildarî mijara guherîna kêşûhewa jî Brett McGurk diyar kir, “Îdareya Biden bi dehan dolar trîlyon bo rûbirûbûna guherîna keşûhewa terxan dike.”

Li aliyê din Brett McGurk ji Rûdawê re jî axivî û tekez kir ku ew dê li ser piştevaniya Hêzên Pêşmerge berdewam bin û got, “Hevbeşiya me ya li gel Pêşmerge demdirêj e. Em pabend in bi rahênan û piştevaniya hêzên Iraqî û Pêşmerge.”