Grûpa Krîzan a Navdewletî: Êrişa Tirkiyê kontrolkirina girtiyên DAIŞê zehmetir dike

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapora Gurûpa Krîzên Navdewletî, hêj jî li navçeyên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de, metirsiya serhildan û xwe rêkxistina DAIŞê berdewam e.

Grûpa Krîzên Navdewletî raporek belav kiriye û tê de behsa metirsiya girtiyên DAIŞê dike, ku li jêr kontrola HSDê de ne, li Rojavayê Kurdistanê. Li gorî wê raporê, êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê, ziyan gihandiye hevsengiya leşkerî, û ev yek jî bûye sedem ku kontrolkirina girtiyên DAIŞê zehmetir bibe.

Grûpa Krîzên Navdewletî dibêje  êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, balansa leşkerî ya navçeyê têk daye û vê yekê jî wiha kiriye kontrolkirina girtiyên DAIŞê girantir bibe û gefê jî li ser ewlehiya navçeyê û wan welatan jî dirust dike, ku ew girtî jê hatine.

Li gor raporê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, 3 kamp hene, ku girtiyên DAIŞê ji mêr, jin û zarokên wan lê dimînin ew jî kampên Hol, Roj û Eyn Îsayê ne.

Li Kampa Holê bêhtir ji 70 hezar kesî hene û 30 hezar Iraqî ne, 11 hezar û 200 kesên biyanî ne Ji 54 welatên cîhanê.

Li Kampa Roj a nêzîkî Qamişlo jî hezar û 700 kes hene, hezar û 200 kes ji wan biyanî ne.

Li Kampa Eyn Îsa ya li bakurê Reqayê jî nêzîkî 13 hezar kesan hebûn, hezar ji wan biyanî bûn û di yekeyeke taybet de, girtî bûn.

Lê piştî êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, hejmareke kêm ji wan girtiyan hatin veguhastin bo Kampa Hol û beşek ji wan hatin birin bo Tirkiyê û beşek ji wan jî winda bûn, ku zanyarî derbarê wan nînin.

Grûpa Krîzên Navdewletî dibêje ku divê welatên Rojava lezê bi wergirtina wan jin û zarokên ku kesûkarên DAIŞê ne, bikin.

Herwiha daxwaz dike lezê di vegerandina wan jinên ku gefê pêk naynin û pere û hêsankariyên din ji wan jin û zarokan re peyda bikin ku li kampan dimînin.