Yekem karwanê alîkariyên mirovî gihişt Xezeyê

21-10-2023
RÛDAW
Nîşan Xeze Alîkariyên Mirovî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Gelek gelek barhilgirên ku bi alîkariyên mirovî û pêdiviyên tenduristiyê barkirî bûn ji deriyê sîniorî yê Refahê derbasî Xezeyê bûn.

Rêveberê Heyva Sor a Misirê ya Bakurê Sînayê Xalid Zeyid diyar kir ku yekem karwanê alîkariyê ji Deriyê Sînorî yê Refehê derbasî Xezeyê bû

Xalid Zeyid da zanîn karwanê ku derbasî Xezeyê bûye ji 20 barhilgiran pêk tên.

Di daxuyaniya xwe de Zayid ragihand ku deriyê deriyê Refahê yê di navbera Misir û Xezeyê de bi awayekî demkî hatiye vekirin û derbasbûna alîkariya mirovî dest pê kiriye.

Zeyid diyar kir ku di konvoya yekem de 20 barhilgiran hebûne û ev alîkarî bi giranî ji pêdiviyên tenduristiyê û xorakê pêk tên.

Şerê Îsraîl û Hemasê

Baskê çekdar ê Hemasê Tûgayên Îzeddîn El-Qesam, sibeha 7ê Çiriya Pêşîn bi navê “Tofana Eqsayê” êrişeke berfireh li dijî Îsraîlê da destpêkirin.

Ji Xezeyê ber bi Îsraîlê ve bi hezaran mûşek hatin avêtin, Hemasê êrişî Deriyê Sînorî yê Beyt Hanûn-Erezê yê li ser sînorê Xeze-Îsraîlê kir û ew der bi dest xist.

Grûpên çekdar piştre ji wir derbasî nav Îsraîlê bûn û artêşa Îsraîlê jî bi dehan balafirên şer êrişî Xezeyê kir.

Hat ragihandin ku di êrişa Hemasê de hezar û 300 Îsraîlî hatin kuştin û 3 hezar û 436 Îsraîlî jî birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê jî ragihand ku di êrişên Îsraîlê de 4 hezar û 137 kes hatine kuştin û 13 hezar kes jî birîndar bûne.

Di êrişên Îsraîlê de li Xezeyê 16, li Lubnanê jî rojnamegerekî canê xwe ji dest da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst